13 december 2012

Mirinê Îro Paşa jî ji me stend



Mirinê îro Paşa Elaltunbay jî ji me stendt û bir mala xwe. Li Stockholmê kurdekîdin, welatparêzekî din jî kêm bû...
Me dost, nas û gelek hevalên Paşa Elatunbay, îro bi dilekî şikestî jê xatir xwest û cenazeyê wî rêwîyî Kurdistanê, bajarê ku ew lê ji dayik bûbû(Çewlik), ew axa ku ew heyran û evîndarê wê bû kir.
Berê, li Stockholmê me kurdan di dawet û şahiyan da hevûdu didît. Lê nuha êdî ew serdem derbas bû, êdî em hevûdu di cenazeyan da dibînin…
Paşa, tu carî ji welatê xelkê hez nekir, sebir û hedara wî tu carî li welatê xelkê nehat, welatê xelkê wek diya xelkê ditît.
Wî dizanîbû ku diya xelkê çuqasî henûn û dilfireh be jî tu carî nabe diya meriv, tu carî nikane dewsa diya meriv bigre.
Loma jî berê wî tim li welatê wî bû, dixwest li welatê xwe, di nava dost û hevalên xwe da, di nava miletê xwe da bijî.
Û wisa jî kir, ”buhuşta Swêd”, mal û zarokên xwe li vir hîşt û li welatê xwe bicî bû û heta roja mirina xwe jî li Diyarbekrê jiya.
Emê hemû bimrin, xelasî ji mirinê tuneye. Di vir da ne pere û ne jî torpîl pere dike. Em dizanin ku zû dereng, ewê rojek were emê bimrin. Lê li gel vê jî mirin tu carî me kêfxweş nake, tim me ditirsîne û xemgîn dike.
Îro jî bi şandina cenazeyê Paşa, em hemû dost û hevalên wî gelkî xemgîn bûn.
Hin însan di saxiya xwe da jî ferqa wan ji miriyan tuneye, ji ber ku ne ji defê ra dibin û ne jî ji zurnê ra.
Paşa Elaltunbay ne ji van kesan bû, ew welatparêzekî kurd bû, fedakarekî gelê xwe bû. Li gorî îmkan, hêz û zanîna xwe ji bo gelê xwe tim û tim di nava hewildanekê da bû.
Ew tu carî ne li pey pera, menfaetê û rehetiya xwe bû, derd û fikara wî tim û tim kurd û Kurdistan bû, tim dixwest li gorî hêza xwe ji gelê xwe ra xizmetekê bike.
Loma jî îro her kesî bi başî û qencî qala wî kir û ew bibîr anî. Bira serê zarok û malbata wî sax be. Ewê tim di dilê me da bijî…





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar