27 september 2015

Roj bi roj "mankurt"ên* me zêde dibin


Min navê Mucahît Arslan, (bi navê xwe yê rast Alî Îhsan Arslan)ji zû da bihîstibû. Min zanîbû ew lawê Îhsan Arslan e, ji Diyarbekrê ye û aqilmendekî Erdogan e. Lê min heta nuha ne tiştekî wî xwendibû û ne jî rismê wî dîtibû. Do li hevpeyvîna wî ya di rojmaneya Yenî Şafakê da ya bi Nîl Gulsem ra rast hatim.
Mucahît Arslan, pir evîn û bi heyraniyeke mezin qala Erdogan û mezintiya wî dike. Dibêj:
”Xebata bi Erdogan beg ra pir kêf e.”

”Xebata bi Erdogan beg ra nabe nesîbê her kesî. Tecrûbeyeke bêemsal e.”
”Serokkomar Erdogan ji min ra serok e, hevalê dozê ye û birayê mezin e.”
Însanek çawa dikane hewqasî ji neyarê xwe hez bike, hewqasî pesnê merivekî welatê meriv di bin îşxala dewleta wî da be?
A ji kesên wiha ra dibêjin ”mankurd.”
Kesê bûbe ”mankurd”, dibe wek koleyekî her emrî bêyî îtîraz qebûl dike û bi cî tîne. Hestên netewî pê ra nemaye, dikane bi rehetî bibe zilamekî pir sadiq yê neyarê xwe.
Erdogan serokê dewleta tirk e, Kurdistan di bin îşxala dewleta Erdogan da ye û Mucahît Arslanê kurd jî ji vî Erdoganî ra şêwirmendiyê dike, ji Erdogan pir hez dike, wî wek ”hevalê doza xwe” dibîne.
Ji ber ku Erdogan ew girtiye bin hîmaya xwe pir serbilind e, rebeno dibêje ”ev nabe nesîbê herkesî” !
Yanî zilamtiya ji dijmin ra wek serbilindiyekê dibîne, qet venaşêre, jê şerm nake, bi îftîxareke mezin pesnê vê zilamtiya xwe dide.
Helbet Mucahät Arslan bi tenê ne wiha ye, bi sedan kurdên wek wî hene, ne hewceye ez yeko yeko navên hemûyan rêz bikim.
Însan çawa dikane têkeve vî halî aqilê meriv nagre, meriv ji xwe ra matmayî dimîne!
Ne mimkûn e filistîniyek bi şêwirmendiya serokê dewleta Îsraîl hewqasî serbilind be.
Ne mimkûn e ku kurdekî rojhilat(Îranê)bi şêwirmendiya serokkomarê Îranê Hasan Rûhanê hewqasî îftîxar bike.
Ez bawer nakim brokratê tu miletekî bindest hewaqsî vekirî pesnê dijminê xwe bide û hewqasî ji dijminê xwe hez bike.
Ev qerekterê ”mankurt” yanî koletiya ji dil mexsûsî kurdên bakur e. Tirkan, asîmîlasyonê kurd deform kirine, ji kurdayetiya wan, ji hestên netewî dûr xistine û ji vê yekê jî bêhay in.
Û ev gotinên Mucahîr Arslan di nava kurdan da pir jî normal tê dîtin, kes reaksiyonekê nîşan nade.
Gava kurd vê hevpeyvîna Mucahît Arslan(Alî Îhsan Arslan)dixwînin tu anormaliyê di van gotinên wî da nabînin, jê ra nakim eyb. Bi kêmanî piraniya kurdan wisa difikirin.
Netîce, tirkan kurdan malik li me viritandine û haya me jî xweşikî ji me tuneye.
*Koleyê nezan. Kesê bûbe ”mankurd”, dibe wek koleyekî ku bêyî îtîraz her emrî qebûl dike û bi cî tîne. Hestên netewî pê ra nemaye, dikane bi rehetî bibe zilamekî pir sadiq yê neyarê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE