14 september 2022

Tirkiye li dû firildaqek nuh e

Bi sedan xortên ereb ji Idlibê li ser sînorê Tirkiyê kombûne, dixwazin derbasî Tirkiyê bibin. Û ji wir jî bi hezaran koçberên din ra xwe li sînorê Yûnanîstanê biqelibînin, xwe bigihînin welatên Ewrûpayê.

Idlib di bin destê Tirkyê da ye û yên li wir jî giş malbatên terorîstên îslamî û Daîşê ne.

Tevgerên wiha ji xwe ber nabin, yên viya organîze dikin hene. Tirkiye ji bo ku ji Yekîtiya Ewrûpayê hinek xûgiya din bigire dîsa dek û dolabekê digerîne.


Serokê mezin di tengasiyê da ye, aboriya wî ne baş e, nikane meaşê terorîstên Daîşê bidin, hilbijartin nêz didibin, jê ra pere lazim e.

Pera jî li ba Yekîtiya Ewrûoayê heye. Serokê mezin bi tevgerên wiha sînyalê dide Yekîtiya Ewrûpayê, dibêje hinek pere têxin bêrîka min, ya na ezê dîsa derî vekim. Hûn dibînin bi dehhezaran însanên amadene bibmrin hazir in.

Bi hustuxwariyê, bi dana xûgê Yekîtiya Ewrûpayê ji vê bela mezin xelas nabe. Hetanî sax be ewê li ser hukim be û tim doza li ser Yekîtiya Ewrûpayê bçêre, hinek xûgiya din ji wan bigre û pê çeteyên xwe xwedî bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE