14 september 2022

19 roj in kitêbên min şandine hîn negihîştine Kolnê

Di 26ê me tebaxê da(26/8-22)min sê kitêbên xwe şandin Almanya bajarê Kolnê ji hevalê xwe Şefîq ra. Min îro ji Şefîq pirsî, pakêt hîn jî negihîştiye destê wî.

Ez çûm benzînxana min pakêt jê şandibû, mêrik got, te bi REK(yanî teahutkirî) neşandiye, te wek nameyekê şandiye, lema ne tu kanî taqîb bikî, ne jî poste mecbûr e bedelekî bide te. Heger pakêta te REK(teahutkirî) bûya te kanîbû taqîb bikira, lê name, pakêta ne REK be tu nikanî bi şopê kevî û bedelekî ji POSTNORDê bixwazî.

Ev cara sisiya ye tê serê min, berê jî min du caran kitêbên xwe şandin Tirkiyê, Stenbolê, herdu caran jî kitêb negihîştin edresên xwe, destên xwediyên xwe.

Ji bo pakêteke Almanya 19 roj derengî pir e, ne normal e. Ez baş zanim min edres şaş nenivîsî ye.

Lê em bibêjin gelşek çêbû edres nedîtin, wê demê jî dibê pakêt paşda bihata.
Min edresa xwe li pişt zirfê nivîsû. Lê bi paş da jî nehatiye.

Posta Swêd ketiye destê xerîban, ji Posta Tirkiyê xerabtir bûye. Gelek kesên ne şareza, ne saxlem, xwendin û nivîsandina wan zeîf tê da dixebitin û postên xelkê wenda dikin.

Salê bi hezaran pakêt wenda dibin, nagihîjin destên xwediyên xwe. Berê Postexana Swêd wek saetê dixebitî, tiştên meriv, kitêbên meriv lê wenda nedibûn.

Min telefonî POSTNORDê kir, mesele jê ra got, lê vala bû. Jixwe min zanîbû tişt jê dernakeve, ji bo ku dilê xwe li wan rehet bikim min telefon kir.

Xortê bi min ra peyivî got, numreya kolîyê tune ye lema em nikanin tiştekî bikin.

Min got ez zanim hûn nikanin tiştekî bikin. Lê min xwest ji we ra bibêjim ev sîstema we qurişekî jî nake, riziya ye.

POSTNORD ne dezgeheke meriv baweriya xwe pê bîne, dibê hûn ji vê rewşê şerm bikin. Ev sê car in pakêtên ez dişînim wenda dibin. Ev yek ji bo POSTNORDê eybeke mezin e. Hûn ji Posta Tirkiyê xerabtir in.

Camêr got ez xemgîn im, lê tiştek ji destê min nayê. Me axaftina xwe qut kir.
Me xerîban ev welatê wek cinetê rezîl kir, kir wek welatên xwe. Lê ev hindik e, ewê hîn pir xerabtir bibe, ewê ji Tirkiyê xerabtir bibe.

Ez hêvî dikim bi derengî be jî ya bigihê destê Şefîq, ya jî paş da were. Lê ev hêviya min hinekî zeîf e, 19 roj wextek pir dirêj e. Nameyek dibê hewqasî dereng nemîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE