27 september 2022

Hetanî em ev meriv bin tirk dev ji çavsoriya xwe bernadin

Mem Ararat ewê îro li Mêrsînê konserek bida. Lê pûlisên tirk îro ji organîzatorên konserê ra gotine walî konsera we qedexe kiriye.
Neyartiya ziman û muzîka kurdî ye, neyartiya miletê kurd e.

Tirk nahêlin sitranbêjekî kurd konserekê bide. Lê bi hezaran kurdên me yên bêhiş, bêxîret li Diyarbekrê diherin konsera tirkekî neyarê kurdan.

Dewlet, tirk çi bînin serê kurdan jî qet ne xema kurdên bêxîret e, tu carî dev ji tirkan, ji muzîka wan, ji zimanê wan bernadin. Gava totik vala be meriv dibe heyranê celadê xwe.

Yaho yek tiştekî bi golika meriv bike, meriv jî dihere eynî tiştî bi manga wî dike.

Tirk me neyar dibînin, yên me dibêjin na, em birayên hev in.
Tirk me dikujin, lînc dikin, nahêlin em navê welatê xwe hildin, nahêlin em ala xwe hildin, kurdên bêxîret, ruhkole dibêjin tişt nabe, em birayên hev in.

Tirkiyê li sê beşên Kurdistanê bîn li kurdan çikandiye, her roj ji kêfî çend kurdan dikujin, lê kurdên bêxîret dîsa jî vê dewleta barbar neyar nabînin.

Tirk bi çi çavî li me dinrêjin dibê em jî bi wî çavî, bi wan hestan li tirkan, li zimanê wan, li muzîka wan û li welatê wan binêrin. Meriv ji dagirkerê welatê xwe hez nake. Yek xaniyê meriv, mala meriv ji meriv bistîne meriv ji wî hez nake.

XXX
Xortên do li Diyarbekrê hatibûn girtin hatin berdan

Ciwanên, xortên do li Amedê ji ber ku di maça Amedsporê û Bursasporê da ala Kurdistanê hildabûn ji alî pûlisan va hatibûn girtin, îro giş hatine berdan.

Sipas ji bo abûqatên ciwanên girtî bi tenê nehîştin, tavilê bûn wekîlên wan.

Dîsa sipas ji bo her kesê li dijî vê zorbatiya dewleta tirk a dagirker derketin, piştgirî û moral dan ciwanên me. Ev jî hêjayî sipasiyê ye.

Sipas ji bo hemû partiyên bi beyanên xwe dewleta dagirker şermezar kirin, destek dan ciwanan û hildana ala Kurdistanê parastin.

 

XXX

Tirkiyê îro dîsa bi dronera êrîşî rajava û başûrê Kurdistanê kiriye, li rojava di otomobîlekê da du kes kuştine, çend kes jî birîndar in.

Ev namerd kurên namerdan êrîş û kuştina çend kurdan ji xwe ra kirne karekî rûtîn, her roj dikin.

Meriv dîn dîn be. Dibê kurdên başûr û rojavayê kurdistanê bi hev ra li hemberî van namerdên faşîst tiştekî bikin, ji Amerîkayê, ji hêzên hevpeyman alîkariyê, garantiyekê bixwazin.

Nabe tirk her roj kurdan bi vî hawî terorîze bikin û çend heban jî bikujin.

Gerek ev êrîşên Tirkiyê werin sikinandin, nabe kurd her roj jimarên miriyên xwe bidin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE