28 september 2022

Posta Ewrûpayê jî êdî ne saxlem e

Di 26ê tebaxê(26/8)da min sê kitêbên xwe îmze kirin, ji şandin Almanya ji hevalê xwe Şefîk ra.

Îro 28ê îlonê ye, mehek du roj di ser ra derbas bûne kitêb hîn jî neketine destê Şefîq, ne jî bi paş da hatine.

Yanî kitêb çûn. Yekî dijminê kurdan, Şefîq nas dikir pakêt avêt, nedayê. Ez dibêjim ya tirk e, ereb e.

Min digot belkî posta Tirkiyê tenê ne saxlem e. Lê wa ye xerîbên sûtal, pêxwas, çete Ewrûpa jî kirine Tirkiye. Êdî posta Ewrûpayê jî ne saxlem e.

Çimkî karê postê, belavkirna pakêt û nameyan êdî giş ketiye destê xerîban. Her babet însan hene. Li Swêd di postê da gelek tişt wenda dibin. Yanî posta Ewrûpayê jî wek civatên wan têk çû ye, êdî ne saxlem û ewle ye. Garantî tuneye tiştê meriv dişîne bigihîje ciyê xwe.

Min 180 kron jî heqê şandinê dabû, ew jî bû derdê ser derda.

Wendabûna kitêban bi min pir zor tê. Min ji hevalê xwe ra sê kitêbên xwe îmze kiribûn. Min dixwest kitêbên min têkevin arşîva wî. Lê bêbavekî nehîşt.

Meriv ne merivekî pir rezîl be kitêbên xelkê navêve. Kitêb ne tiştekî zêde bihaye meriv bidize.

Min edres şaş nenivîsîbû, ev baş tê bîra min. Lê heger edres şaş ba, ya jî nehata dîtin, ewê bi paşda bihata.

Çimkî min edresa xwe li pişt zirfê nivîsî bû. Lê pakêt bi paş da jî nehat. Mana xwe avêtin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE