28 september 2022

Gazinek mezin ji zanayên kurd

Ez ji hin kesan pir bi gazin im. Di nava wan da kesên dîndar jî hene, yên ne dîndar jî, adaîst, alim, fîlozof jî hene. Siyasetmedar, nivîskar jî hene.

Yanî gazina min ne ji grûbekê tenê ye, ji şexsên ji her fikrê, ji her îdeolojiyê, ji her katagoriyê ne.

Di medyaya sosyal da li ser dîn, ilim û felsefê tiştên pir bi mistewa, pir hêja dinivîsin, minaqaşe dikin.

Lê giş jî bi tirkî dinivîsin.
Ji ber ku nivîs bi tirkî ne, yên tevî minaqaşeyan dibin, fikrên xwe dibêjin, rexne dikin jî ji mecbûrî ew jî bi tirkî dinivîsin.

Ev kesên ez qal dikim hemûyên wan jî kanin van tiştan bi kurmancî jî binivîsin û minaqaşe bikin.

Ez zanim kurmanciya wan bi qasî tirkiya wan baş e, hemû jî kanin tiştên bi tirkî nivîsîne bi kurmancî jî binivîsîn û minaqaşe bikin.

Wê demê ewê kurdî jî, termînolojiya kurdî jî zengîn bibe, bi pêş bikeve; bi gelek kesên din ra jî ewê cesareta nivîsîna bi kudî çê bibe.

Bi nivîs û minaqaşeyên xwe yên bi kurdî ewê ji ciwanan ra, ji kesên din ra jî bibin numûneyên baş.

Lê nakin, bûne muptelayê tirkî.

Hegomonya û jahra tirkî nahêle tiştên muhîm, minaqaşeyên cidî, ilmî, felsefî û dînî bi kurdî bikin.

Ji dêlî wê tiştên sifik, basît, pela pûçî, silav û kilavan bi kurdî dinivîsin û tiştên muhîm jî bi tirkî dinivîsin.

Ev kesên ez qala wan dikim ne kesên motajî şîret û aqil in, wek min got, merivên bi kultur, zana ne.

Hemû jî li dijî asîmîkasyonê ne, baş zanin nivîsandina bi tirkî li zirara me ye, dibê em bi zimanê xwe bipeyivin, binivîsin.

Pêşengê vê jî kesên zana, entellektuel û siyasetmedarên me ne. Dibê ew ji xelkê ra bibin numûne.

Lê ew eksê wê dikin, di medyaya sosyal da bi nivîsên xwe yên bi tirkî, minaqaşeyên xwe yên bi tirkî asîmîlasyonê bi pêş dixin, kurdan, ciwanan dihewisînin tirkî.

Bîr û baweriya kê çi ye, kî çi difikire, çi diparêze, çep e, rast e, dîndar e, ataîst e, ya jî tiştekî din e, bira ne bi tirkî, bi kurdî bibêje, bi kurdî binivîse, minaqaşe bike.

Kesên zanin asîmîlasyon ji bo miletê kurd çi felaketeke mezin e, lê dîsa jî tiştê ji destên wan tê nakin gunehkariyeke mezin dikin.

Zimanê me li ber wendabûnê ye, kesên hay ji vê felaleta, ji vê jenosîda netewî heye dibê bi kirinên xwe ximetê ji vê felaletê ra nekin. Asîmîlasyona kurdan ya xwe bi xwe ji ya dewletê pir mezintir û bi tesîrtir e.

Kesên gerek li dijî asîmîlasyonê serî hildina, bi nivîsên xwe milet, ciwanan teşwîqî asîmîlasyonê dikin, destegê didin helandina kurdan û wendabûna zimanê kurdî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE