26 september 2022

Min derziya Corona a 5a jî îro li xwe xist !

Ez nizanim min baş kir ya min xerab kir, bîstek berê ez çûm aşiya Corona ya 5a jî bûm, yanî min derziya Corona ya 5a jî li xwe xist.

Xanima derzî li min xist hemşîreyeka swêdî navsale bû, pir hêdî û bi hosteyî lêxist, tew ez pê nehesiyam. 
Xanimê di vê nabênê da wek agahî got, ev omikronvaccin e, Moderna herî dawî ye, nuhkirî ye.
Yanî li gorî yên berî wê baştir e.

Sê(3) saet di ser ra derbas bûye, lê hîn jî tu êş, mêş tune ye. Xwedê bike dûra çê nebe.

Berî ez aşî bibim min ji hin kesan pirsî, gelo ez derziya 5a jî li xwe xim ya na?

Hinekan gotin sedîsed here li xwe xe, hinekan jî gotin na, ne hewce ye. Lawkê min ê biçûk jî got ne hewce yelê dîsa jî tu zanî.

Ez hinekî fikirîm, min ji xwe ra got, ez aşiya 4a jî bûme, min tu zirarek jê nedîtiye, wele ezê herim derziya 5a jî li xwe xim û min çû wer jî kir.

De Xwedê bi xêrê bigerîne, hêvî dikim tu komplîkasyon, tu tesîrên negatîf çê nebin. Êdî ez û şansê xwe…

XXX
Sibe ye, saet li dora 09a ye. Ximexima baraneke bi zirp e. Gurrîna tavan xênî dihejîne. Asîman wek lokekî hêcî girgîn hêc bûye. Di hundur da meriv ji tirsa dibize, diqutife..

Heger wiha dom bike ezê nikanibim ji hundur derêm. Belkî ji bo min baştir e, ezê li ser rojaneyên xwe bixebitim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE