26 september 2022

Kes nikana ala Kurdistanê li me qedexe bike

Hin ciwanên me do li Diyarbekrê di maça futbolê ya Amedsporê û Bursasporê da ala Kurdistanê hildabûn. Pûlisên dewleta dagir îro 7 ciwanên me girtine û di heqê Amedsporê da jî lêpirsîn dane destpêkirin.

Di maçan da hildana ala Tirkiyê û ala welatekî din çawa ku serbest e, ala Kurdistanê jî wek wan serbest e.

Hildana al Kurdistanê ne sûc e, ala Kurdistana Federe ye, ala miletê kurd e. Kes nikane ala miletekî li qedexe bike. 

Sawcî û pilisên dewta dagirker bi tiştên wiha dixwazin kurdan çavtirsiyayî, qudûmşşukestî bikin. Dibê em vê zorbatiya dewletê qebûl nekin, li ciwanên xwe xwedî derkevin.

Dibê partiyên siyasî, siyasetmedar û serokên kurd, baroyên abûqatan li ciwanên me yên hatine girtin xwedî derkevin.

Emê ala xwe li her derê hildin, tu kes, tu zorbatî nikane hildana ala Kurdistanê li miletê kurd qedexe bike. Derek ev yekê bi dewleta dagirker, bi hukûmeta AKPê, bi pûlis û sawciyên dagirker bidin qebûlkirin.

XXX
Amedsporê îro li Amedê sîleyek bi tîn avêtiye ji belka guhê Bursasporê da, bi 2-0 ew kerr û gêj kiriye û şandiye Bursayê.

Pir baş bûye, hemşeriyên xwe na pîroz dikim. Hêvî dikim taximên tirkan tim wiha biheciqîne.

Li hember tirkan biserketin xweş e.

2022-09-25

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE