26 september 2022

Kurdên başûr ji heqaretên tirkan aciz nabin

Rojhat Amedî di twîtteke xwe da gotiye:

”Nuha ez di balafira Pegasusê da me, diçim Hewlêrê. Anonsên di balafirê da tên kirin giş bi tirkî, îngilîzî, erebî ne. Rêwiyên balafirê ji %90 kurd in, lê anonsa bi kurdî tune ye.”

Serê salan e ev wiha ye. Sûcdarê vê neyartiya tirkan a li hemberî kurdan û zimanê kurdî ji Pegasusê bêtir hukûmeta Kurdistana Federe ye, rêwiyên kurd in.

Ew vê heqareta tirkan, vê neyartiya wan qebûl dikin, normal dibînin.

Gerek ev neyartiya li hemberî xwe qebûl nekirana, gerek anonsa bi kurdî jî li ser Pegasusê û balafirên din şert bikirana.
Lê nekirine û nakin.

Çimkî hukûmeta Kurdistana Federe û kurd xwe wek milet nabînin, xwe biçûk dibînin, heqareta, neyartiya li hemberî xwe pir normal dibînin.

Lema jî tu carî nayê bîra wan vê neyartiyê, vê irqçîtiya li hemberî miletê xwe û zimanê xwe qebûl nekin.

Heger hukûmeta Kurdistana Federe, rêwiyên kurd di anonsan da tunebûna kurdî qebûl nekirana, bigotana Hewlêr peytexta Kurdistanê ye, hûn tên Kurdistanê, ji sedî %90ê rêwiyên we kurd in, lema jî dibê hûn di serî da anonsê bi kurdî bikin.

Balafira bi kurdî anonsê neke em destûra firîna Kurdistanê nadinê.

Ya din çima bi kurdî anonsê nakin, sebeb çi ye?

Çima bi tirkî, îngilîzî, erebî heye, lê bi kurdî tuneye, esbabî mûcîbeya vê çi ye?

Dibê Pegasus bersîva vê pirsê bide, kurd jî bizanibin çima bi kurdî jî annonsê nakin?

Lê kurdê viya ji Pegasusê û ji balafirên tirkan ra bibêje tune ye, hukûmeta Kurdistana Federe teslîmî Tirkiyê bûye, tirk çi heqaretê li kurdan bikin dengê xwe nakin.

Ji bo ku xelk, welatên din, miletên din hesabê meriv bikin dibê meriv irqçîtî û heqareta li hemberî xwe qebûl neke, xwe biçûk nebîne.

Gava heqaret li meriv, li miletê meriv hat kirin dibê meriv bêdeng nemîne, li hember rabe.
Balafira bi kurdî anonsê neke ez nahêlim bifire mwelatê min.

Lê hukûmeta, serokê, miletê viya ji Pegasusê ra, ji tirkan ra bibêje tune ye.
Ji ber wê jî tirk, wan însan, milet nehasibînin, lema jî bi kurdî anons nakin.
Bi baweriya min ji neyartiye tirkan zêdetir sûcdar kurd in, hukûmeta Kurdistana Federe ye. Ew vê heqareta tirkan a li miletê kurd normal dibînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE