03 september 2022

Kela pêşî şivan e

Ji mîhîyê pirsîne, gotine:

-Ma deşt rind e, zozan rind e?

Mîhîyê gotiye:

-Kela pêşî şivan e, ew zane.

Yanî serê gişî şivan e, şivan zana be, jîr be ewê pezê xwe baş biçêrîne û rind bike.

Meriv kane vê numûneyê teşbîhî siyasetê jî bike, siyasetmedar, serok kela pêşî ye, ew zana û jîr bin ewê welatê xwe, rewşa miletê xwe baş bikin. Pêşketin, başî jî, xerabî jî girêdayî siyaseta wan e.

Na heger halê welêt û milet xerab be ji kela pêşî da ye, sûcdar kela pêşî ye.

 XXX

Rî dibe bihost dijmin nabe dost.

Dijminên bavan nabin dostên lawan

Çêlikên guran kedî nabin.

Ewladên şêxan bi sir nabin, çêlikên(tejikên)maran bê jahrî nabin.

Ev gotin giş şîretên baş in, dibêjin baweriyê bi neyarên xwe neynin.

XXX
Hata çend roj berê hewa xweş bû, min û xanimê xurîniya xwe li hewşê dikir.

Lê payiza devşil û sar dawî li wê kêfa me anî, nuha di hundur da jî min qazax li xwe kiriye, xurîniya li hewşê ma havîneke din.

Li derve 9 derece sar e û xunavî ye.

Her sal wiha dibe, piştî havînê payiza sar û tarî tê û me dajo hundur kusêxê me.


XXX

Îlham Ahmed xanimê gotiye, ”çareseriya gelşa Sûriyê tu carî li derve çareser nabe.”
Ev dîtineke şaş e, ez eksê wê dibêjim. Ne mudaxeleya derve be, bi Sûriyê bimîne emê kortika hustuyê xwe bixrînin û kor paşman bibin.
Heger Amerîka, Fransa alîkariya kurdan neke, kurdan û Sûriyê bi serê xwe bihêlin Sûrî, Tirkiye û Îran ewê kurdan perîşan bikin.
Tiştê tirkan li Efrînê, li Serê Kaniyê, li Girê Sipî anîn serê kurdan ewê dubare bibe. Kurd bi hêza xwe tenê, çi qehremaniyê bikin jî nikanin zora tu dewletê bibin, ev eşkere ye.
Lema jî dibê PYD, kurdê rojava ne li dijî midaxele û nabêncîtiya Amerîkayê bin, bêyî alîkarîya wan kurd nikanin welatê xwe biparêzin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE