24 september 2022

Me li Stockholmê rejîma Îranê ya Îslamî rûreş kir

Îro li Stockholmê saet di 14a da civîna piştgirên PAKê hebû.

Berê çûm civîna PAKê. Hetanî nêzî 17a me li ser kar û barên PAKê, li ser hilbijartinên salê tê li hev gudarî kir, fikir û pêşniyarên xwe ji hev ra gotin.

Dûra em giş bi hev ra çûn protestoya li dijî Îranê, piştgiriya bi kurdên rojhilatê Kurditanê ra.

Protesto li Stocholmê li meydana Sergelstorgetê bû, piraniya meş û protestoyên me kurdan û xerîban li wir çê dibin, ji wir dest pê dikin.

Protesto têra xwe qelebalix bû. Min bala xwe nedayê kîjan partî hatine, kîjan partî nehatine, lê qelebalix bû. Îranî û swêdî jî hatibûn.
Medyaya Swêd jî baş cî da meşê, risim belav kirin, di telewîzyonê da pîrekên gulî û porên xwe kurr dikirin, yên dismalên serê xwe dişewitandin nîşan dan.
Medyaya Swêd her roj qala bûyerên Îranê dike, dîmenan nîşan didin.

Kurdên rojhilat fedekar û canfîda ne, heqê wan li ser kurdên hersê beşên Kurdistanê, li ser partiyên başûr pir e, di rojeke wiha da dibê kurd hemû piştgiriyeke xurt bidin wan, tu carî wan tenê nehêlin.

Yekîtiya miletan, şiûrê millî di rojên wiha da xurt û qewî dibe, miletbûn tekamul dike, ferdên miletekî nêzî hev dibin, xwe wek ferdên maekê his dikin.

Yanî wek kurd beşdariya di şîn û şahiyên hev da pir muhîm e, partiyên siyasî, organîzasyonên kurdan dibê pêşengiya xebatên wiha bikin, bibin rêber û pêşengên milet.


Helbet ne meş û protesto tenê, radyo, telewîzyon, rojnama, kovar, saytên kurdan, her kurd di platformên mdyaya sosyal da dibê vê dilsozî û piştgiriya xwe ya bi kurdên rojilat ra qet kêm nekin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE