20 september 2022

Ev mesela rojbûnan jî êdî nayê kişandin !

Do rojbûna 999 hevalên ên Facebookê bûye. Outlookê bi bîra min xistiye, gotiye ji bîr meke, îro rojbûna van hevalên te ye, dibê tu rojbûna wan pîroz bikî.

Min bala xwe da jimaran ez matmayî mam.

Bavo bi Xwedê pîrozkirina rojbûna hewqas kesî ne karê aqil e, dibê ez rojekê karekî nekim, tenê rojbûna wan pîroz bikim.

Wele ez wiya nakim. Him ez dev ji karê xwe yê rojana bernadim, him jî pir e, ezê pir biwestim.

Lê hema li ser hev, rojbûna we gişan pîroz be, qeda û bela ji we dûr be. Xwedê umrekî dirêj û jiyaneke bextewar bide we.

Lê ev dua min ji bo kesên baş e, kesên welatparêz e, ez kesên ne welatparêz li derî vê dua xwe dihêlim.

Ez dibêjim hewqas bes e. Hûn sax, ez silamet.

 XXX

Hêzên Komara Îslamî ya Îranê dîsa xwîna kurdan herikandine. Li Kurdistanê di protestoyên li dijî rejîmê da 5 kes kuştine, gelek jî birîndar in. Ev rejîma xwînxwar dibê hilweşe!

Heta Îrana meleyan û rejîma Erdogan hilneweşin ne ji kurdan ra, ne jî ji dunyayê ra rehetî tune ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE