20 september 2022

Çima kêfa xortan ji zimanê min ra tê?

Xortekî amedî(Amadîyek)ji kurmanciya min ra kêfa wî pir hatiye, di twîttera xwe da gotiye:

”Mamo, nivîsa te ya kurdî çend delal e. Ez gelek bi kêfanî nivîsa te dişopînim û ez jê feyde digirim. Tu her hebî û her bijî mamosteya hêja.”

Zinarê Xamo: Gelek sipas xorté héja. Memnùn bùm

Çaxa ciwanekî kurd kêfa wî ji zimanê min ra tê bêguman ez pir serbilind û dilşa dibim.

Heta ji destê min tê gotinên naylon, yên milet jê fahm nake di nivîsên xwe da bi kar naynim. Zimanê min zimanekî sivik e, zimanê milet pê dipeyive, zimanê milet jê fahm dike.
 
Ez peyvên naylon, çêkirî, gotinên însan jê fêm nekin bi kar naynim. Ji bo min ya muhîm tiştê ez dinivîsim were fêmkirin, xwendevan bizanibin ez çi dibêjim û bibe sebebê hezkirina ji kurmancî. 

Ya din jî li sentaksa cumleyan pir miqate me, heta ji min tê dixwazim cumleyên min li gorî asasê sentaksa, hevoksaziya kurmancî bin. Hebûna peyvên biyanî zêde ne girîng in, ya girîng îmla û sentaks rast bin.

Lema jî însan ji zimanê min hez dikin, vê hezkirina xwe jî carnan didin der.

Gelek sipas ji bo xortê amedî, ji bo van gotinên qedirzan mala wî ava be.

Yaqûb Kurmanc: Tenê nivîsên cenabê te hetanî dawiyê dixwînim, destê te xweş be.

Zinarê Xamo: Kéfxweş bùm, mala te ava be. 

Maruf Destan: Ez bixwe jî bi salan e nivîsên te dişopînim. Kêfa min hem ji zimanê te hem ji fikrên te re tê. Her hebî mamo.

Zinarê Xamo: Mala te ava be. Kêfxweş bûm. Tiştê te gotiye ji yên din cihêtir e. Te gotiye,"Kêfa min hem ji zimanê te re, hem ji fikrên min re tê". Ev gotina te ji bo min pir muhîm û hêja ye. Yên din pesnê zimanê min didin, lê tu ji fikrên min jî hez dikî

4 kommentarer:

  1. Zimanê te ne sivik e Apê Zinar, zelal û delal e. Ka kê dîtiye tiştekî delal û zelal sivik be ku em zimanê te jî werga bihesibînin? Têm destên te, lê tu di vê fikra xwe de şaş î.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Bi "sivikiyê" qesta min jî zelalî ye, termînolojiya min tekûz û zelal e. Min teşbîhek şaş kiribe jî min xwestiye bibêjim kurmanciya min ne gêrmiya gavana ye, ne jî zimanê etarên Rişmilê ye.
      Gelek silavên ji dil û can. Li siheta xwe miqate be.
      Ji te ra gelek tiştên xerîb hazir dikim. Ez bawer dikim tu yê pir ji wan hez bikî. Min nizanîbû min hewqas tişt nivîsîne. Ji çavên xwe bawer nakim.

      Radera
    2. Wexta min got “Ew xezîne ye”, ne ku min jiber xatiran got Apê Zinar. Rast, rastî xezîne ye! Ji berê çêtir im, ezê heta çend royan tam rind bibim.

      Radera
    3. Ji te ra şifa xêrê dixwazim. Ez li ser salên min nenivîsîne dixebitim.

      Radera

PARVE BIKE