16 september 2022

Tenêtî carnan lazim e

Min xanim şand ba diya wê, nuha bi tenê me, hundur xalî ye, serê min vehesiyayî ye.

Ne ez bela xwe di wê didim, ne ew ji min ra dibejê, ”bes e, ji ber wê bêxwediya datayê rabe, çavên te kor bûn !”

Ne her tim, lê bi Xwedê carnan tenêtî pir xweş e, dibê meriv hin caran çend rojan bi tenê bimîne, li xwe, li ruhê xwe, li hestên xwe, li fikrên xwe gudarî bike.

Rûne, du dubleyan vexwe û rojên borî bîne ber çavên xwe, zaroktiya xwe, xortaniya xwe bîne bîra xwe...

Bêdengiyeke sakîn, pir xweş li hundur salonê heye, vizîna kelmêşê jî tune ye, bedena meriv nerm, ruhê meriv sakîn dike, eriv di xew ra dibe, davêje binê derya xem û xeyalan.

Bira ev tenêtiya min, bêdengî û aramiya hundur îro ji min tenê ra be, baş e ku ez bi tenê me, kes li ba min tune ye.

Dibê meriv bi qasî xanima û hevalên xwe qedrê tenêtiyê jî bizanibe, ew jî lazim e

Bîranînên bûne xewn, xeyalên rojên pêş di serê min da li bin guhên hev dikevin.

Di serê xwe d agelek pilanan çêdikim.
Heger îmkana we hebe, hûn jî salê carekê tenêbûnê biceribînin, ya li mal bi tenê bimînin, ya jî çend rojan herin derekê bigerin.

Nuha tam wexta vexwarina dumleyek whîskî ye. Maşalê di telewîzyonê da fîlmekî xweş hebe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE