16 september 2022

Ez dikim xanimê rêwî bikim

Xanim rêwî ye dike here ba diya xwe. Bîsteke din saet heyşta(08.00) emê ji mal bi rêkevin. Balafira wê saet di 13.00a da radibe, ewê here Antalyayê.

Berê me li hev kiribû emê bi hev ra biçûyana welêt, ewê biçûya gund çend rojan li ba diya xwe bima, dûra emê li welêt bigeriyana.

Lê ji me ra gotin kes li gund nemaye, giş çûne Antalyayê xebatê.

Lema mecbûrî ew nuha dihere Antalyayê. Ez naxwazim herim Antalyayê, lema nuha ew bi tenê dihere. 
Lê naxwazim li welêt bi tenê bigerim, em herdu bi hev ra bin xweştir e.

Ez naxwazim herim Tirkiyê û bajarên tirkan, li wan deran bigerim. Rêwîtiya transît ne tê da ez naxawzim herim Tirkiyê. Dixwazim rast herim welatê xwe. Ew jî nuha nabe.

Bira xanim bi xêr vê carê bi tenê here, diya xwe bibîne, careke din emê bi hev ra herin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE