25 september 2022

Huda-Par terora Îranê diparêze

Partiya Huda-Parê ji dêlî ku li dijî zulma li miletê kurd dibe rabe, piştgiriya xelkê siwîl bike, piştgirî daye terora rejîma îslamî ya Îranê, gotiye, ”dibê gelê Îranê lîstika Rojava xera bike.”

Li gorî Huda-Parê, protesto û serîhildana li Kurdistanê û li Îranê li dijî rejîma îslamî ”bi tahrîk û teşwîqa emperyalîstan bûye. Protestoyên xelkê li dijî şoreşê ye, protesto li hemberî hêzên şoreşger in.”

Pûlisên Komara Îslamî ya terorîst şoreşger in, xelkê sivîl jî hêzên kontra ne, lîstokên Rojhilat in.

Yanî li gorî Huda-Parê însanên li hemberî zulmê, terora pûlisên rejîmê, kuştinan rabûne neheq in, paşverû ne, hêzên rejîma îslamî jî bi heq in, pêşverû ne, dibê meriv li jî protestoyên xelkê rabe û piştgiriyê bide Komara Îslamî ya terorîst.

Bi vê beyana xwe jî Huda-Parê careke din nîşan da ew heval û mitefikê zaliman, zulmkaran û qatilan e.

Yê hebek xîret, ûjdan, merhamet, pirîska adiliyê pêra hebe piştgiriyê nade terora Îranê, ji terorîzekirin û kuştina kurdan ra, xelkê siwîl ra nabêje rast e, bi heq e û protestoyên xelkê reş û neheq nake.

Lê Huda-Par ev ne cara pêşî ye hevaltiya dewletên dagirker dike, piştgiriyê dide terora dagikeran a li hemberî kurdan. Îran dewleteke dagirker e, Kurdistan dagir kiriye, ev ne bes e kurdan gav û saetê serkut dike, jinan mecbûrî jiyaneka paşdamayî, êsîriyê dike.

Pûlisên rejîma îslamî midaxeleyî jiyana însanan dike, nahêlin însan li gorî dilê xwe bijîn, dilê wan kîjan kincan dixwaze wan li xwe kin. Ji jinan ra dibêjin hûnê konekî reş li xwe kin û wek kêzikan bijîn.

Huda-Par li dijî vê zulma Komara Îslamî dernakeve, xelkê serî hildaye rexne dike, wan wek maşa di destê neyarên Îslamê da nîşan dide. Bi vê siyaseta xwe tu ferqa Huda-Parê ji pûlisên rejîma îslamî tuneye.
Ev ne cara pêşî ye Huda-Par li hemberî gelê xwe hevaltiya dijmin, hêzên dagirker dike. Huda-Par Hespa Truva dijmin e, ew xistine nava kurdan, bi riya dîn kurdan dixapînin, dikin hevalên dijmin...


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE