01 september 2022

Vê xeberê kêfa min anî

Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê Nikolas Granger ji ENKSê ra gotiye, “emê li herêmê bimînin, jê dernakevin.”

Ev xebereka xêrê ye, kêfa min anî.

Hetanî Amerîka li wir be tiştê nuha di destê kurdan da ma ye tirk nikanin ji destê wan derxînin.

Hetanî kurd nebin xwediyê hukim û statuyeke resmî, destûrî Tirkiye her tim kane êrîş bike û tevayiya Kurdistanê dagir bike.

Rûsya, Îran û Sûriye kanin li hev bikin û destûrê bidin dagirkirina Tirkiyê.

Ez dibêjim Amerîka, Fransa ewê qebûl neke, yên kanin pişta kurdan bigrin û nehêlin Tirkiye Kurdistanê bi tevayî dagir bike Amerîka û Fransa ye.

Ev îhtîmal ne sedîsed be jî, sedî nod e. Helbet hin tişt jî girêdayî tifaq û şêla kurda ye, dibê kurd terka Amerîkayê û Fransayê nekin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE