19 september 2022

Sîgorta derewîn

Ne însan, Îblîsê herî jîr û kone jî nikane bi ser şîrketên sîgortayên Swêd xîne.

Meriv belasebeb her meh pêşek pere dide sîgortayê. Roja tiştek tê serê meriv qurişekî jî nadin, hincetên wer dibînin, qaîdeyên wer derdixin aqilê meriv disekine.

Ezê ji we ra bi kinî qala mesela xwe û şîrketa sîgorta FOLKSAMê bikim.


Meh û nîvek berê min du diranên şikandin. Min dev li cêniyek goştê biraştî kir, hestîyekî biçûk têda bû, du diranên min pêşî şikiyan. Berê jî dileqiyan lê min pê îdare dikir.

Çûm ser tuxtorê dirana, tuxtor herdu kokên mayî kişandin û du diran bi proteza min(taximê min) va kirin. 2700 kron yanî 250 dolrê Amerîkî ji min girtin.

Min meqbûz, fatûre ji sîgorta xwe FOLKSAMê ra şand, ji bo ku perê min daye tuxtur bidin min.

Ji min ra nameyek şandine, dibêjin ji bo midaxela pêşî heqê te ji bo 350 kronî heye, lê rîska te jî 900 kron e, lema em alîkariyê bi te ra nakin.

Min vêsê telefon kir, ez bi xanimekê ra peyivîm. Min got, xwedêgiravî sîgorta min ya herî baş e, gerek qezayên wiha jî têda bin, çima hûn tu alîkariyê nadin?
Min ne 350 kron, min 2700 kron daye.

Xanimê bi nermikî got:
”Ne kesî li te xistiye, ne jî tu ketiye û te diranên xwe şikandine. Te dev li hestî kiriye û te diranên xwe şikandine. Qezayên di netîceya devlêkirinê û cûtinê  da çê dibin ne di nav sîgortayê da ne.”

Min îtîraz kir, min got yanî ji bo ku hûn çend qurişan bidin min, dibê hinek di devê min da lêxin, diranên min bişkînin?

Got, ”qaîde ev e, ne tu ketiye, ne jî kesî li te xistiye, te bi xwe diranên xwe şikandine. Sîgorta viya tune ye.”

Min îtîraz kir, min got ev xapandin e, her di qezayekê da hûn qaîdeyeke nayê bîra Îblîs nîşanî meriv didin.

Nexwest zêde dirêj bike, got qaîde pir zelal e, dibê tu bixwînî…
Ez teslîm bûm, min kor poşman xatir jê xwest û telefona xwe danî ser masê.

Pir luht in, dema sîgorta meriv çê dikin, pir xweş dikin, dibêjin çi hat serê te sîgorta te heye. Lê gava diqewime ji bo ku tiştekî nedin sed qal û qîlî dibînin.

XXX
Hin kesan bêarî, bêrûtî ji xwe ra kirine mesleg. Baş zanin tiştê dikin bêarî ye, hevaltiya dijmin rûreşî ye, lê ji bo ku rûşuştî û bêar in şerm nakin.

Him rast lê dixin, him çep lê dixin. Ji wan wetnê kes durûtî û hoqebaziya wan nabîne.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE