17 september 2022

Pûlisên Îranê Jîna Emînî bi îşkenceyê kuştin !

Jîna Emînî ya 22 salî di 13ê mehê da(13/9)li metroya Tehranê ji aliyê pûlîsan ve bi hinceta xwedêgiravî li gorî ”hicaba îslamî” xwe nepêçabû hatibû girtin, biribûn qereqolê, îşkenceyeke mezin lê kiribûn, dûra nîvmirî teslmî malbata wê kiribûn.

Ji ber ku birînên wê pir giran bûn Jîna Emînî xelas nebû, do wefat kir.
Dagirkerên Komara Îslamî ya Îranê him keçeke 22 salî ”ji ber ku xwe li gorî dînê Îslamê nepêçaye” bi îşkence, bi hovîtî kuştin, him jî îro li Seqizê nehîştine malbat û xizmên wê cenazeyê xwe bi rehetî rakin.

Pûlisên Komara Îslamî ya dagirker, qatil êrîşî merasima cenaze kirine, herî kêm 13 kes birîndar kirine.

Li Tirkiyê jî li kurdan eynî zulm û hovîtî tê kirin. Zalim, zorba, dagirker him ji welatê me nateqizin, him jî bûne wekîlên Xwedê û Îslamê, bi darê zorê, bi terorê dixwwzin me jî bikin wek xwe.

Di îslamê da hovîtî û zorbatiyeke wiha tune ye, mafê tu kesî, tu rejîmê tune ye wekîltiya Xwedê û Îslamê bike, însanan mecbûrî şiklekî jiyanê bikin.

Kî çawa dijî, çi li xwe dike bi kêfa xwe ye, dînê eksê vê dibêje tune ye.

Lê Komara Îslamê ya Îranê, Îslamê bi sextekarî ji zulm û terora xwe ra dikin mertal, armanca wan me çavtirsiyayî bikin, bipelixînin û bi qetlên wiha dagirkeriya xwe li welatê me bidomînin.

Lê rastiyeke tahl dibê em baş bizanibin, hetanî welatê me dagirkirî be, hatanî em azad û serbixwe nebin ev hêzên zailm û zebanî ewê tim vê zulmê li me û li zarokên me bikin, me bikujin.

Dibê em van zindiqan, van faşîstan ji welatê xwe derxînin. Dibê ji welatê me bicehim herin.

XXX
Lawê apê Mûsa Anter, Dîcle Anter gotiye wî ”doza bavê xwe teslîmî serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kiriye.”

Bi baweriya min ev tiştekî şaş e, Kemal Kiliçdaroglu ne ew mêr e ku kanibe bibe wekîlê doza apê Mûsa Anter.

Doza apê Mûsa Anter dibê Dîcle, malbata wî, partiyên kurdan, serokên kurd, abûqatên kurd xwedî lê derkevin.

Çimkî apê Mûsa di ber miletê kurd da hat kuştin, ne di ber CHPê da. Lema jî dibê kurd doza wî taqîb bikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE