11 september 2022

Hilbijartinên Swêd pir bi heyecan derbas dibe

Vêsê zû ez ji mal derketim. Berê min û xanimê me çû rayên xwe da. Ji wir ez çûm kongreya Komela Belediya Stockholmê.

Piştî kongreyê bi hin hevalan ra me çû pariyek nan xwar û bîstekê sohbet kir.

Cergî ez hatime malê di telewîzyonê da li netîceyên hilbijartinên Swêd temaşe dikim. Pir bi heyecan e.

Li Swêd îro hilbijartinên meclîsê û ya belediyan heye. Ez, xanim û lawikê me Rojen em bi heyecan li telewîzyonê temaşe dikin û netîceyên herêman şirove dikin.

Ji bo wê jî min îro ne tiştek xwendiye, ne jî tiştek nivîsîye. Heyecana hilbijartinan pir zêde ye. Ez nikanim ji ber telewîzyonê rabim. Bira îşev jî wiha be.

XXX
Kurdên ala tirk kirine profîla xwe ji kerema xwe ra nebin hevalên min.
Bîstik berê di rûpela xwe ya twîtterê da ez rastî yekî hatim, ala tirk kiribû profîla xwe û min taqîb dike. Min çer dît, min derhal bloq kir.
Di Facebookê da jî min nasekî xwe ji ber eynî sebebê ji hevaltiya xwe derxist.

Ez naxwazim kurdên hevalên dewleta tirk min taqîb bikin, ez jî kurdên hevalên dijmin taqîb nakim

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE