08 september 2022

Belgefîlma li ser Leonardo û şaheserên wî

Nuha di kanala telewîzyona Axessê da min li dokumentereke li ser Leonardo da Vîncî(1452-1519) temaşe kir.

Programeke muhteşem bû. Li ser jiyana Leonardo û resamiya wî, ilim û îcadên wî di salên 1990î da min gelek tişt xwendin.

Min li ser wî çi dixwend meraqa min zêdetir dibû, min dixwest hinekî din jî vî dahîyê bêemsal baştir nas bikim.

Her sala di erzaniya kitêban da min kitêbek li ser wî dikirî û dixwend.
Leonardo resamekî dema Ronesansê yê herî mezin e, pêşengekî resamên wê demê ye.

Lê mêrik ne tenê resamekî mezin e, yek ji pêşengên felsefeya determînîzmê ye, fîlozof e, mucîd e, mîmar e, mihendîs e, heykeltiraş e, astronom e, botanîst e, jeolog e, matamatîkzan, muzîkjen,
anatomîstekî mezin e.

Xwestiye ew jî wek çûkan bifire, gotiye dibê însan jî kanibin wek çûkan/teyran bifirin. Bask bi xwe ve kiriye xwestiye bifire. Balafirên nuha em pê difirin xêra lêkolînên wî hene.
Anatomiya însên berhema wî ye

Wek zana, dahî û mûcîdekî pêşengê Ronesansê tê qebûlkirin.

Yanî camêr merivekî pir îstîsna ye, ez bawer nakim di tarîxê da yekî din ê wek wî hebe.

Her kes qebûl dike Leonardo yek ji mezintirîn zana, mucîd, û dahîyên însanîyetê ye.

Lê çi heyf li ser huner û pêşketina wî û tesîra li însanan, li pêşketina însaniyetê kiriye pir kêm hatiye sekinandin.

Meriv li ser Leonardo çiqasî bisekine hindik e. Xwedê kir Leonardo û yên wek wî hebûne. Bêyî xebat û berhenên wan dunya nuha ewê gelkî paşdatir bûya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE