18 september 2022

Bi dostekî kevn ra sohbeteke xweş

Min û hemşeriyê xwe Mihemed Elî Tuysuz îro li Skarholmenê şêwr û mişêwrek pir dirêj û pir xweş kir.
Me herduyan jî buxçikên xwe yên tije çîrok û serpêhatiyên salên borî vekir, em sê saetan, saet ji 14a hetanî 17a peyivîn; geh wî got min lê gudarî kir, geh ez peyivîm wî li min gudarî kir.

Li ser rojên berê geh wî ez rexne kirim, geh min ew rexne kir. Lê ne ez xeyidîm, ne jî ew.

Em herdu ne ji bajarekî ne, ew ji Curnê Reş e(Hîlwanê), ez ji Wêranşarê me.

Lê ji bo ku ez û birayê wî yê mezin Mihemed Tuysuzê(Hemo) rahmetî hevalên hev bûn, ez mala Kosan gişan nas dikim û dostaniya me tu carî qut nebûye.

Min M. Elî li Swêd nas kir, li welêt me hevdu nedîtibû. Piştî ez hatim vir têkiliya me çawa çê bû nayê bîra min, lê me hevdu nas kir.

Partiyên me, fikrên me cihê bûn, lê dostanîya me tu carî xera nebû, hetanî îro hat. Her cara em rastî hev dihatin tim bela xwe di min dida, lê bi zimanekî şîrîn.

Ez kanim bibêjim di nava hevalên me da têkiliya wî bi min tenê ra hebû. Kêfa camêr ji min ra dihat, ji nivîsên min hez dikir, carnan jî di malpera Rojeva Kurdistanê da belav dikir.

Do camêr telefonî min kir, got min nivîsa te xwend, te xanim şandiye welêt, tu bi tenê yî, nuha di hundur da hewîniya te nayê, sibe were Skarholmenê em bi hev ra fîncanek qahwe vexwun û ji xwe ra hinekî bikin galgal.

Îro me li wir hevdu dît û me him têr sohbet kir, him jî di nav ra carnan jî paşgotiniya xelkê kir. Bêyî wê jî nabe, meriv nikane qala xwe tenê bike.

Camêr kitêba xwe ya ji bo dibistana navîn û lîseyê Însan û Civak ji min ra anî. Kitêb 272 rûpel in, çapa yekê sala 2014a, çapa duduya sala 2018a çap bûye. Kurdîska Pedegogiska Centrumê kitêb weşandiye.
M. Elî Tuysuz camêrî kiriye, di kitêba xwe da qala min jî kiriye, nivîseke min jî weşandiye:

”Kurdekî me yê orjînal, an jî esîl û welatparêz Z. Xamo wiha dibêje:
- Dewlet çi ye?
Dewlet, di devê te da ziman
di bêrîka te da cuzdan e
ji bo zarokên te dibistan e
ji bo miletê te şaristan e
Heger tu naxwazî li vê dinyayê
bêziman,
bêcuzdan,
bêdibistan
bêşaristan bimînî
dibê tu jî wek kurd bibî xwediyê
dewleteke bi navê Kurdistan.”
Ji bo ku camêr ev şiîra min, ya jî nivîsa min girtiye kitêba xwe pir kêfxweş û serbilind bûm. Mala wî ava be.
Îro jî wiha derbas bû…

2 kommentarer:

  1. Sipas Jı boyna nıvısek xwaş û zımanek zelal / şeêxo

    SvaraRadera

PARVE BIKE