18 september 2022

Di jiyana meriv da rojên dubare tune ne

Rûtîneke min a rojane heye, her sibe çer ji xew radibim, diçim kompîtora xwe vedikim, nivîsa xwe ya rojane dinivîsînim.

Piştî ew qediya xurîniya xwe dikim û hêdî hêdî bala xwe didim medyaya sosyal a kurdan, Tirkiyê û Swêd, xeberan/nûçeyan dixwînim.

Di jiyana meriv da dubareya tu rojê tune ye, her roj çer meriv rabû dibê karekî bike, ji bo xwe, ji bo welatê xwe tiştekî bike.

Dibê meriv tu carî rojan bi rojan nede, karê îro nehêle ji sibê ra.
Karê mezin jî, yê biçûk jî bi destpêkirinê çêdibe û diqede.

Carnan hin kar li ber çavên meriv dibin çiya, meriv newêre dest pê bike, çavê meriv, aqilê meriv nabirre merivê bikanibe ji heq derê, biqedîne.

Kurd dibêjin karê Xwedê qedandin e, dest pê bikin karê neqede tune ye.
Destpêk hinekî zor be jî dûra rehet dibe, meriv fêr dibe.

Ev 15 sal in bi rengekî bênabên ez bloga xwe Hindik-Rindik her roj nuh dikim, nexweşî û rêwîtî ne tê da, min rojekê jî nabên nedaye nivîsên xwe yên rojane, min her roj bloga xwe update kiriye, nivîsek, du nivîs, sê nivîs xistinê.

Min ev yek ji xwe ra kiriye wek karekî rojane, çawa meriv her roj diçe karê xwe, ez jî her roj çer ji xew radibim vî karê xwe dikim.

Ez tim dibêjim, ez vî karê xwe, van nivîsên xwe yên rojane wek micadeleyeke li dijî dagirkeriyê dibînim.

Her sibe ji dijminê dagirker ra dibêjim, ez heme, zimanê min heye, ez li dijî dagirkeriya te me.
Nivîsên min îspata hebûna min e, delîl û belgeyên mixalefeta min e.

Wek merivekî xwenaskirî, bîrbir ez nivîsandina her sibe wek mesûliyeteke xwe ya netewî dibînim.
Li dijî dagirkeran ev kar ji destê min tê, lema jî dibê ez dikim û dibê her roj bikim.

Ez guh nadim kî çi dike, kî çi dibêje, kî nivîsên min dixwîne, kî naxwîne, ji bo min ev qet ne muhîm e.Tiştê ez rast dibînim dikim, riya xwe didomînim.

Ez çi xeyal dikim, çi his dikim, ji serê min çi derbas dibe, dilê min ji bo çi lêdixe ez wiya dikim.
Moralê min li cî be, ne li cî be, bînra fire be ya jî teng be ez tu carî nivîsa xwe ya her sibe, her roj dinivîsînim îptal nakim.

Ez ji zimanê xwe pir hez dikim, dixwazim kurdên din jî jê hez bikin û binivîsînin.
Ez zanim em miletekî bindest in, welatê me hatiye dagirkirin, dibê em azad bibin, bibin xwdî dewleteke kurdî. Heger ev nebe wek milet hebûna me di talûkê da ye.

Bi nivîsên xwe ez dixwazim her kurd jî viya biznibe, bindestiyê, dagirkeriyê qebûl neke û li gorî teqat û îmkanên xwe li dijî dagirkeriyê be, nebe heval û dostê neyaran.

Di vê xebatê da miheqeq hin şaşî, hin kêmasiyên min çê bûne, çê dibin, ev jî normal e, miriyên gorran şaşiyê nakin.  

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE