23 september 2022

Gerek kurd hewqasî ne bêxem bûna

Sitranbêjekî tirk bi navê Sefo do li Diyarbekrê konserek daye. Bi hezaran însan çûne konsera wî, li muzîka tirkî, li sitranên tirkî gudarî kirine.

Di medyaya sosyal da hin nas, dostan ji konserê kilîpek belav kirine. Li ber tingiringa muzîk û sitranên tirkî bi hezaran însan hîpnotîze bûne, bi cuzbê ketine.

Li her çar perçên Kurdistanê jî kurd di nava êgir da ne, di bin êrîşeke mezin da ne.

Li rojhilatê Kurdistanê ev neh-deh roj in kurdan serî hildaye, di nabêna xelkê siwîl û hêzên Îranê da şer û pevçûneke mezin heye, zêdeyî 20 kesan hatine kuştin û gelek jî birîndar in.

Li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê jî kurd di nav perîşaniyeke mezin da ne, Tirkiye her roj çend kurdna dikuje.

Di roeke wiha da li Diyarbekrê çûna konsera sitranbêjekî tirk, belkî neyarê kurdan be jî, ne karê aqil e, zeîfîya kurdperweriyê, tunebûna ruh û hestê kurdayetiyê nîşan dide.

Ez baş nizanim ew kîtle kurd e, ya tirk e?
Heger ew qelebalix giş kurd bin felaketeke mezin e, îspata kurdên bakur pûç bûne, ruhê kurdayetiyê, nasyonalîzmê bi wan ra daketiye binê sifirê.

Li Diyarbekrê bi hezaran pûlis, leşker, sîxur û mamûrên dewletê hene. Gelo ew kîtleya li muzîka Sefo gudarî dikir ew bûn, ya jî kurd jî pir bûn?

Kesên diyarbekrî bira ji kerema xwe di vî warî da tiştekî bibêjin. Fikrê wan çi ye, li ser wê qelebalixa li wî sitranbêjê tirk, li muzîka tirkî gudarî dikirin ew çi dibêjin?

Meriv ne di nav da be, ji dûr va texmînkirin zor e, heger ji Diyarbekrê hinek raya xwe bibêjin ewê baş be.
Hêvî hezarên li ber muzîka tirkî bi cuzbê ketibûn ne kurd bûn, tirk bûn.

NOT:
Min nexwest kilîpa konserê belav bikim. Ez tiştê bi tirkî belav nakim. Kilîp di twîttera Kenanê Nado, Musta Acar da heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE