23 september 2022

"Zimanê me hebûna me ye" sloganeke xapandinê ye

Slogana, şîara ”zimanê me hebûna me ye”, bûye benîştê di devê gelek kurdan da. Hêzên kurd, partiyên kurd bi vê sloganê meş û protestoyan çêdikin, di medyaya sosyal da bi vê sloganê pir fors dikin.
Çi ye, çi ye, xwedêgiravî ew ji zimanê xwe hez dikin.

Lê derew e, binakê wê tune ye, piraniya kurdan bi wî çavî li kurdî nanêrin, tenê slogan e, propagandeyeke xapandinê ye.

Heger bi rastî jî ”zimanê me hebûna me bûya”, her kesê xwendin, nivîsandin û axaftina kurdî zanîbûya, her kurd ewê bi zarokên xwe ra bi kurdî pepeyiviya û bi dehhezaran kurd li Diyarbekrê ewê neçûna konsera sitranbêjekî tirkê neyarê kurdan.

”Zimanê me hebûna me ye”, tenê di gotinê da ye, di praktîkê da zimanê piraniya kurdan, heta yê kesê herî siyasî û kurdperwer jî tirkî ye.

XXX

Îro bi çend hevalên ezîz ra bûm. Nuh hatim mal. Ez, Rojvan Yeşîl, Faris Medenî Marsîl û kurdperwerê hêja Mehdî Zana em çûn aşxaneyeka Taylandî, me şîva xwe li wir xwar.

Me sohbetek baş kir.

Kekê Mehdî ji me ra qala hin serpêhatiyên xwe kir. Piştî wî, min jî qala yek du serpêhatiyên xwe kirin.

Sohbeteke xweş bû. Sipas ji bo Rojvan em anîn ba hev û dûra jî ez anîm malika min.

XXX

-Civatên pêşketî ne ji ber dêndariya xwe, ji ber ku ne dîndar bûne, ji ber ku li gorî dîn hereket nekirine bi pêş ketine.

///Mark Twain

Bala xwe bidin Afganîstanê, Îranê, Suûdî û welatên misilman gişan, hûnê rastiya vê gotina Mark Twaîn tesdîq bikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE