15 september 2022

Sal û zeman zû derbas bûn

Sal û zeman zû derbas bûn, haya meriv jê tune ye lê meriv carê hew pê dihese piştxûz û extiyar e. 

Di xortaniyê da dost û hevalên ji dil pir in. Lê di extîyariyê da jimara wan kêm e. Meriv ji hinekan dûr dikeve, hinek ji meriv dûr dikevin, hinek jî diherin gerdûneke din.

Bi kêmbûna hinekan meriv kêfxweş dibe, bi ya hinekan jî xemgîn dibe.

Lê qanûna jiyanê wiha ye, di extiyariyê da dost û hevalên meriv kêm dibin. Heta ku rojekê meriv jî terka yên mayî dike.

XXX
Bindestiya salan gelek kurd bêşexsîyet kirine. Nezaniyê, bêşexsîyetiyê gelek kurd kirine heyran û xulamên dagirkerên welatê wan.

Dirhemek aqil, pirîskek şexsîyet, xurûr bi meriv hebe meriv pesnê celadê miletê xwe, pesnê dagirkerên welatê xwe nade. Meriv nabe hevalê dagirkerê welatê xwe, meriv nakeve partiyên wan û raya xwe nade wan. Lê gelek kurd viya dikin û jê şerm jî nakin.

XXX

Merivê derewkar timî bi tirs û rûreş e.

Derewa meke, rastiyê bibêje, ji bo he ku hewcedariya te bi sondxwarinê nemîne. Derew meriv pîs dike.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE