06 september 2022

Tirkiye başûrê Kurdistanê hêdî hêdî dixe bin kontrola xwe

Tirkiye ji 2018a da ye Kurdistana Başûr gav bi gav, hêdî hêdî dagir dike, digre bin kontrola xwe, bi Tirkiyê ve girê dide. Dûra ewê dor were bajaran jî.

Kurd jî qet dengê xwe nakin, li vê dagirkeriya tirkan sêr û temaşe dikin.

Li gorî Rûdawê nivîsîye, Tirkiyê şargehên xwe yên leşkerî li Kanî Masê, li Şêladizê û li Dêrelûkê berfereh kirine, topxane û otomobîlên leşkerî yên weke Hameran li wan deran bicî kirine.

Lê ne ev der tenê, hin xalên nuh li derdora Hirûrê û li navçeya Amêdiyê jî danîne.

Ji sala 2018a ve ye Tirkiyê li ser sînor zor daye avakirina bingehên leşkerî. Li seranserê sînorê devera navçeyên Sîdekanê, heta bi Heftanînê û Zaxo gelek bingehên leşkerî lê çêkirine.

Yanî tirkan seranserê sînorên nabêna bakur û başûrê Kurdistanê dagirkirine, bi dehan qereqol lê çêkirine û bi dehhezaran leşkerên xwe lê bicî kirine.

Serok û berpirsiyarên hukûmeta Kurdistanê jî ji xwe ra li Hewlêrê rûniştine û qet dengê xwe nakin, li vê dagirkirina tirkan temaşe dikin.

Wer xuya dike dagirkirina Kurdistanê ji alî tirkan va wan nerehet nake. Belkî jî bi dilê wan e, lihevkirineke wan bi Tirkiyê ra heye haya mej ê tune ye.

Heger li dijî dagirkirina Tirkiyê bûna hewqasî bêdeng nediman, ewê him bi serê xwe, him jî bi Îraqê ra qiyamet rakirina, ji Neteweyên Yekbûyî, ji Amerîkayê alîkarî bixwestana, li dijî dagirkeriya Tirkiyê tevgerek, liberxwedanek bikirana.  

Lê li dijî dagirkeriya Tirkiyê ne dengê xwe dikin, ne jî gavekê davêjin, tirk di nava welatê wan da her roj qereqolên nuh lê dikin, bi hezaran leşkerên xwe tê da bi cî dikin, ew jî pel pel li vê dagirkeriyê temaşe dikin.

Dibê baş were zanîn, tirk dera dagir bikin tu carî bi rehetî nadin, ji Kurdistana Başûr jî ewê bi rehetî venekşin.
Lema jî dibê nehêlin tirk welatê wan dagir bikin, piştî dagir kirin, derxistina wan pir û pir zor e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE