21 september 2022

Swêdiyên feqîr ji ber buhayiyê pisik û kûçikên xwe difroşin !

Destpêkê vîrûsa Covîd-19yê, dûra jî herba Pûtîn li Swêd malik li feqîran, li teqawidên (xaneşînên) wek min viritandin. Her tişt sedî 20-30, hin tişt sedî 40-50 buha bûye.

Banka Merkezî xwedêgiravî ji bo ku enfilasyonê daxîne do mîqtarê(rêjeya)faîza xwe pûanek bilind kir, ji 0,75î derxist 1,75 pûanî. Enfilasyon ji sedî 9 e, dibêjin gerek dakeve ji %2.

Her tişt pir buha bûye. Feqîr û kesên teqawid şewitîn. Xelk ji tirsa ketiye hev.

Li Swêd buhayiyek hewqas zêde çêbûye swêdîyên feqîr, bêkar, kesên teqawid êdî kûçik û pisikên xwe difroşin.
De êdî hesab li ba we ye!

Heger swêdî werin nuxta kûçik û pisikên xwe bifroşin, bizanibin rewş pir xerab e.

Swêdî ji kûçik û pisikên xwe, heger ji zarokên xwe ne zêdetir be, bi kêmanî bi qasî zarokên xwe ji wan jî hez dikin, wan jî wek ferdên malbatê dihesibînin.

Nuha ji ber teserufa aborî hin kes kûçik û pisikên xwe difroşin.

Xwedê kir yê me ne kûçik heye, ne pisik, ya na belkî em jî mecbûrî tiştekî wiha bibûna.

Ez jî xanim jî ji pisikan hez dikin, li welêt pisika me tim hebû. Nêta me heye em yek bikirin lê piştî vê enfilasyonê meriv newêre tiştekî wer bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE