21 september 2022

Yekîtiya Ewrûpayê Erdogan tahmijandine

Tirkiyê bi hezaran însan li ser sînorê Yûnanîstanê kom kirine, serokê mezin dîsa ji Yekîtiya Ewrûpayê xûgiyê dixwaze. Mêrik gurrî bûye xwe di dîwarê Yûnanîstanê û Yekîtiya Ewrûpayê dide. Xûgiyê dixwaze.

Tirkiye hebûna Yûnanîstanê û Yekîtiya Ewrûpayê tehdît dike. Heta Erdogan li ser hukim be ev gef ewê tim û daîm hebe.
Sûcê Yekîtiya Ewrûpayê ye, mêrik aşûnî kirin, tahmijandin xûgê. Her cara rût dibe, bi parsê dikeve bi hezaran koçber dişîne ser sînorê Yûnanîstanê û dibêja ya hûnê çend milyar Euro bidin min ya jî ezê welatên we bidim dagirkirin.
Dagirkirina rojavayê Kurdistanê jî di nav daxazên Erdogan da heye, ji Amerîlkayê jî wê destûrê dixwaze. Ji Amerîkayê ra dibêje bihêlin ez rojava Kurdistanê bi tevayî dagir bikim. Amerîkayê hetanî nuha gotiye NA, em qebûl nakin. Lê Amerîka hetanî kînga ewê vê piştgiriya xwe bi kurdan ra bidomîne ne diyar e. Lihevkirine zû çê bibe, kurd mafekî bi dest xin mesele diqede. Lê heta Erdogan li ser hukim be û li Sûriyê lihevhatinek çênbe gefa Tirkiyê tim ewê hebe. Di vir da yekîtiya kurdan jî muhîm e, ENKS ji himêza Tirkiyê derketa, bi PYDê ra li hev bikira kurd ewê xurttir bibûna.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE