04 september 2022

Dagirker çi bikin jî xerab in, neyar in !

Xortekî bi navê Ferîd Azad di twîtteke xwe da gotiye:

"Piştî ku tu bi darê zorê ketî welatê min, te çi mizgeft çêkir û çi kerxane vekir, heman tişt in. Te li welatê min ê dagirkirî çi nimêj kir û çi zina kir, te çi rojî girt û çi şerab vexwar, heman tişt in. Mizgeft û nimêj û rojîyên xwe hildin û bicehimin ji welatê min!"

Ev twîtta Ferîd Azad hêjayî teqdîrê û parvekirinê ye. Lema ez li vir jî belav dikim.
Gava ez rastî kurdên wiha têm, lê ilim jî gava ew kurd yekî dîndar ya jî yekî ne çep be pir kêfa min tê.

Em kesên porsipî bi piranî wiha difikirin, lê xort, kesên dîndar tiştên wiha bibêjin pir muhîm e, gelkî kêfa min tîne. 

Dibê her kurd, çi rast, çi dîndar, çi çep, çi komunîst wiha bifikire, bi vî çavî li dagirkerên welatê xwe binêre.

Ji bo ku gelek kurd bi vî çavî li tirkên dagirker nanêrin em hîn êsîr û bindestên wan in. Dijminê xwe nas bikin!

XXX

Îlham Ahmed xanimê gotiye, ”çareseriya gelşa Sûriyê tu carî li derve çareser nabe.”

Ev dîtineke şaş e, ez eksê wê dibêjim. Ne mudaxeleya derve be, bi Sûriyê bimîne emê kortika hustuyê xwe bixrînin û kor paşman bibin.

Heger Amerîka, Fransa alîkariya kurdan neke, kurdan û Sûriyê bi serê xwe bihêlin Sûrî, Tirkiye û Îran ewê kurdan perîşan bikin.

Tiştê tirkan li Efrînê, li Serê Kaniyê, li Girê Sipî anîn serê kurdan ewê dubare bibe. Kurd bi hêza xwe tenê, çi qehremaniyê bikin jî nikanin zora tu dewletê bibin, ev eşkere ye.

Lema jî dibê PYD, kurdên rojava ne li dijî midaxele û nabêncîtiya Amerîkayê bin, bêyî alîkarîya wan kurd nikanin welatê xwe biparêzin

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE