22 september 2022

Gerek em bibin gazî û hawara birayên xwe yên di şer da ne

Înternetê, teknolojîya dîjîtal dinya pir biçûk kiriye, li ku dera dunyayê çi diqewime meriv di telefona xwe da, di kompîtora xwe da zindî lê temaşe dike.

Piştî kuştina keça kurd Jîna Emînîya 22 alî li rojhilatê Kurdistanê, dûra jî li gelek bajarên Îranê meş, protestoyan dest pê kir, dûra qulubî şerekî mezin.

Ev hefteyeke li rojhilatê Kurdistanê û li Îranê di nabêna xelkê siwîl û pûlisên Komara Îslamî ya zalim û xwînxwar da şer û pevçûnên mezin berdewam nin.

Kes baş nizane hetanî nuha çend kes hatine kuştin, çend kes birîndar in. Li gorî hin xeberên medyaya Swêdî hetanî nuha li dora 20 kesan hatine kuştin. Jimara birîndaran baş nayê zanîn.

Kurdên herçar perçên Kurdistanê û yên li dîyasporayê di rojeke wiha muhîm û tarîxî da gelek bêdeng nemînin, li her derê rejîma îslamî ya Îranê protesto bikin, birayên xwe yên di bin zulm û zorê da bi tenê nehêlin, nîşan bidin ew ne bi tenê ne, miletê kurd bi wan ra ye.

Ji ber ku teknolojiya dîjîtal dunya biçûk kiriye, meriv bûyerên li Kurdistanê diqewimin, liberxwedana milet, qehremanîya jin û lawên canfîda, şer û pevçûnên di nabêna wan û pûlisên Îranê da zindî dibîne û jê muteesîr dibe.

Êrîş û hovîtiyên hêzên ewlekariya Îranê, canfîdayiya ciwanên, jinên ziravpiling him dilê meriv dişewitîne.

Xelk bi qehmeremanî li hemberî zulmê, terorê û serkutiyê radibe, dibêjin êdî bes e!

Qederê, tesadufan em ji welatê me dûr xistine, em li Ewrûpayê di nava rehetiyê da dijîn. Zulm li me nabe, em ne birçî ne, ne jî tazî ne.

Mala germ e, em di hundur da naqefilin, ava me ya germ û sar tim heye, tirs û xofa pûlisên berbangekê bigrin ser mala me, deriyên me bişkînin, têkevin hundur û me bigrin tune ye.

Ev rehetiya em li Ewrûpayê tê da ne û rewşa miletê me ya li her çar perçeyên Kurdistanê dema meriv dide ber hev, gava meriv tîne ber çavê xwe meriv xembar û şermezar dibe, ezabekî ûjdanî dikşîne.
Ew di bin zulmê da, em jî di rehetiyê da ne. Ev yek dilê min pir diêşîne, tim di bîra min da ye
Feqîrî, bêkarî ne bes e, di ser da ev zulma zaliman milet perîşan kiriye, ji hêz û taqet da xistiye.

Her ku azadî û serxwebûna miletê me nêz dibe, dewletên dagirker viya dibînin bêtir har dibin, zulma xwe, êrîşên xwe zêde dikin.

Çi li welatê me diqewime, êrîşên dijmin yên ser xelkê siwîl em di cî da, saniye bi saniye zindî dibînin, lê temaşe dikin.

Ev yek min pir nerehet û bêhuzûr dike, kezeba min diperitîne; xwarinê li min dike ziqûm.
Wexta min bi piranî li ber kompîtorê derbas dibe, gav û saetê di medyaya sosyal da hedîseyên li Kurdistanê diqewimin taqîb dikim. Hişê min, aqilê min gav û saetê li her çar perçeyên Kurdistanê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE