29 september 2022

Îran û Tirkiye bi şermezarkirinê dev ji kuştina kurdan bernadin

Piştî Amerîkayê, Misrê û Urdinê, Brîtanyayê, Almanyayê, Neteweyên Yekbûyî, Fransayê û Holandayê û Erebistana Siûdîyê jî êrîşa Îranê ya ser başûrê Kurdistanê û partiyên Kurdistana Rojhilat şermezar kirine.
Mala wan ava be, şermezarkirin baş e. 
Lê em zanin Îran û Tirkiye bi şermezarkirinê dev ji êrîşên xwe yên ser kurdan bernadin.
Ev 40 sal in ev herdu dewlet tên şermezarkirin. Lê bira rawestandina êrîşan û kuştinan li wir bimîne, êrîşên xwe, teror û qetlîamên xwe sed qatî zêde kirine.

Ne Tirkiye, ne jî Îran bi şermezarkirinê dev ji êrîşên xwe û kuştina kurdan bernadin, her kes viya baş zane.

Ev herdu welat hetanî zorê nebînin tu carî dev ji êrîşê kuştina kurdan bernadin.
Tirkiye li sê beşên Kurdistanê li hemberî kurdan şerekî hovane, bêaman dimeşîne.
Bi dagirkeriya bakur qîma xwe neanî, beşekî mezin ê axa rojava û başûrê Kurdistanê jî dagir kiriye û di ser da jî bi droneran her roj çend kurdan dikujin.
Ev demeke Îranê jî dest bi êrîşan kiriye, ew jî heyfa serîhildan kurdan digre.

Wek min got, Tirkye û Îran bi şermezarkirinê êrîşên xwe ranawestînin, dibê Neteweyên Yekbû, Amerîka, Hêzên Hevpeyman zorê, serê ço û devê tivinê nîşanî wan bidin, dibê ambargoyê deynin ser wan.
Ya din jî dibê kurdên herçar perçên Kurdistanê êdî bi tifaq bin, di nabêna xwe da yekîtiyekê, merkezeke hevkariyê çêkin û bi hev ra ji dinyayê alîkariyê bixwazin..

XXX

Êrîş û terora Tirkiyê ne be bes bû, çendake Îrana meleyên zindîq jî dest bi êrîşên ser partiyên kurdên rojhilat û başûrê Kurdistanê kiriye. Di êrîşa do da 9 pêşmerge şehîd ketin, 30 heb jî birîndar in. Ev terorîzim e, qetlîam e.

Du dewletên wek zebelihan, bi balafir û droneran, bi sîlehên giran her roj êrîşî miletekî mezlûm dikin, çend heban dikujin. Dunya jî li vê terora Tirkiyê û Îranê temaş dike. Mirin ji teror û qetlîamên Tirkiyê û Îranê re!

Bijî berxwedana miletê kurd

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE