12 september 2022

Li Swêd cepheya rast li pêş e

Hilbijartinên Swêd qediya, cepheya rast bi ferqek hindik li pêş cepheya çep e.

Li gorî netîceyên hetanî nuha, cepheya rast ji sedî 49,7, cepheya cep jî ji sedî 48,8 girtiye. Hilbijartin do bû.

Hin rojname dibêjin cepheya rast parlamenterekî, hinek jî dibêjin 3 parlamenter li pêş e.

Lê rayên bi postê û yên derve hîn nehatina jimartin. Dibêjin netîceya dawî, ya ya temam ya sibe ya jî roja çarşemiyê ewê eşkere bibe.

Cepheya rast (M, SD, KD, L)nuha 47 hezar ray li pêş e. Ray hîn bi temamî nehatina jimartin, hin pispor dibêjin rewş kane biguhere, ya jî ferq hîn zêdetir bibe.

Di meclîsa Swêd da 349 parlamenter hene, bi 175 parlamenteran hukûmet ava dibe.

Yanî bi vê jimara nuha, heger neyê guhertin, cepheya rast kane hukûmetê ava bike.

Lê çêkirina hukûmetê ewê ne rehet be, di nabêna herdu cepheyan da jî partiyên li hev nakin hene. 

Yanî bidestxistina piraniyê û çêkirina hukûmetê ewê ne rehet be.

Di hilbijartinan partiya herî pirtir rayên xwe zêde kir(3,1), partiya SDê ye, wek partiya nasyonalîst û li dijî xerîban tê qebûlkirin.

Kîjan alî were ser hukim jî ji bo xerîban rewş roj bi roj xerabtir dibe. Çimkî xerîb pir zêde dibin, ev yek jî gelek gelşan bi xwe ra tîne, dibe sebebê peydabûna hin dijayetiyên nabêna xerîban û swêdiyan û partiyên nasyonalîst xurt dibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE