07 september 2022

Serokê Tirkiyê Erdogan gefa dagirkirinê li Yûnanîstanê jî xwariye

Serokê Tirkiyê Erdogan vê carê jî gefa dagirkirinê li Yûnanîstanê xwariye, gotiye "hûnê carê hew bibînin şevekê em hatin."

Mêrik ji yûnanîyan ra jî dibêje heger hûn min zêde biqeherînin ezê şevekê werim Yûnanîstanê dagir bikim. Serokê welatekî gerek li welatekî cîran gefeke wiha nexwe, çimkî tiştê Erdogan gotiye ne henek menek e, dibêje ezê welatê we dagir bikim.

Dagirkirina Kurdistana Rojava û Başûr ji mêrik ra ma, nuha jî dora Yûnanîstanê ye.

Hetanî ewrûpî ev bizok û newêrek bin, Erdogan ewê li ser wan gelkî biçêre, ewê gelek derên din jî dagir bike.

Tirk wiha ne, dema kanin bi yekî tavilê li kolê siwar tên. Gava ganibin derekê dagir bikin, qet texsîr nakin, dagir dikin.

Dagirkerî, talan, kuştin, koçberkirin karê wan e, ji berê û ber da kirine, lema jî tahmijî ne.

Çimkî
 çi kirine tim ji wan ra maye. Bi dagirkirina welatên xelkê ji xwe ra welatek çêkirin. Bîzans kirin welatê xwe, Kurdistan bi ji me stendin û em jî ji xwe ra kirin êsîr û kole.

 

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE