31 juli 2020

Xwezî bi wan rojan

Mihemed Sanri, ez şibandime ”derwêşekî” zimanê kurdî û gotiye:
”Careke dî zor spas derwêşê zimanê kurdî, ji 40 salan zêdetir ko tu vê derweşiya xwe bi înat berdewam dikî.”

Min ji vê teşbîha Mihemedê hêja hez kir, bi derwêşiya kurdî serbilind im û gelkî bextewar im.

Gurên bi şaşik êrîşên xwe didomînin


Tirkan Kitêbxanya Celadet Bedirxan ya Sêrtê bi boldozeran xera kirine, xistine vî halî.

Êrîşî her tiştê kurdan dikin, dixwazin navê mezinên kurdan, eser û berhemên kurdan ji ortê rakin, li Kurdistanê şopa kurdan nehêlin.

Giş dihelin


Yekî dîn li çayxanê rûiştibû û ji berêvkê da çekir diavêt çaya xwe. Şekirdanka ber xwe vala kir û ji garson hinek şekirê din xwest. Garson hinek şekirê din da ber, ew jî avêt çaya xwe. Gava dîsa şekir xwest, garson hew xwe ragirt, jê ra got:


-Te berê deh şekir avêtiyê û kiriye dims.
Yê dîn got:


-Erê min avîtê, lê bêxwedî giş jî dihelin.

30 juli 2020

Sibehan dixwazim bi şîrînî dest pê bikim

Ez naxwazim serê sibehan ya elah, ya fetah bi nivîseke dilreşkir bîna we teng bikim, hinek kul û derdên din li kul û derdên we yên berê pir in zêde bikim.

Lema jî her sibe ez bi dîlokeke evîndariyê û bi pêkenokekê silavê li we dikim.

Hêvî dikim kes ji van parvekirinên min aciz nabe. Heta nuha kesî tiştekî negatîf negotiye.

29 juli 2020

Kiliçdaroglu ne dîwarekî saxlem e


Serokê CHPê Kemal Kilçdaroglu gotiye ”Ez wek serok sozê didim, ezê mesela kurd di nava standardên demokratîk da, di çarçeweya serxwebûnê Tirkiyê da çareser bikim.”

Kêfa gelek kesan ji van gotinên Kemal Kiliçdarogluyê tirk ra hatiye, ev beyana wî belav kirine.

Felaketa mezin



Ba û bahoz û firtoneyeke mezin li kaptanê torî rabû, keştiya wî bi hemû tayfeyên xwe ve binav bû, ji hemû tayfeyan tenê ew xelas bû. Piştî xelasbûnê ji hevalên xwe ra got:

-Xwedê kir ku tişt bi min nehat, heger ez jî bimrama wê demê ewê bibûya felaketeke mezin.

28 juli 2020

Tirk heta zorê nebînin nayên ber ben


Ev demeke tirkan di Derya Sipî da bela xwe di yûnan didan, bi keştiya xwe ya sîsmîk li hin giravên Derya Sipî li petrolê digeriyan. Heqê wan tuneye li wan giravan li petrolê bigerin, lê ji ber ku çavên wan yûnanan dibire, ji wan natirsin, bi keştî û balafirên herbê çeqelî û çavsorî dikirin.

Lê îro ji nişkave paş da vekişiyan, keştiya xwe ya sîsmîk birin Antalyayê.

Me îro rojek ji felekê dizî



Em îro bi malbatî bi hev ketin û me berê xwe da

27 juli 2020

Nimêja pêşin



Yekî gundî û sofiyek bi hev ra dibin rêwî. Bi rê da yê sofî dibêje, wexta nimêja nîvro ye, dibê ez nimêja xwe bikim û dest bi nimîja xwe dike. 

Sofî rekatê li ser rekatê dike, lê nimêja wî naqede. Bîna yê gundî teng dibe, lê naxwaze li ser nimêjê tiştekî ji sofî ra bibêje. Piştî sofî nimêja xwe diqedîne yê gundî jê dipirse, dibêje:

26 juli 2020

Min îro serê xwe xist teqereqê


Ji xaniyê me ra gelek tahmîrat lazim e. Him der ra, him hundur ra. Em nuha dest nadin tahmîrata hundur.

Lê hin tahmîratên derve me îro hêdîka dest pê kir. Hela ka dihere li ku disekine.

Kevirên hewşa me giş çûne xwarê, meriv lê dilikume û gelkî jî ne xweû xuya dike.

Hewş tije gêre bûne, guhertina keviran lazim e. Belkî bi vî hawî em ji mûriyan jî xelas bibin.

Destûra Îngilîzan şert e



Di dema Iraq û Kurdistana Başûr di bin destê îngilîzan da bûn, çend ronakbîrên kurd li qahwexaneyekê rûniştibûn û ji xwe ra sohbet dikirin. Yekî bi navê Îzeddîn Topçî got:

-Em kurd tenê kanin bi alîkariya Bolşewîkan xelas bibin, bêyî alîkariya wan rizgariya me ne mimkûn e.

Yê li kêleka wî rûniştibû xwarî guhê wî bû û hêdîka jê ra got
-Kuro zêde pêş da neçe, di nav me da yekî îngilîz rûniştiye.

25 juli 2020

Me îro mîvanê xwe baş gerand



Min û xanimê îro lawikê xwe Azad derxist ger û seyranê. Mre got em mîvanê xwe bigerînin.

Me ew bir li gelek der daristanên heta nuha nedîtibû gerand. Bi derên dîtin pir kêfweş bû, risim li ser risman girt.

Piştî du sar û nîv gerr feqîro bi zor gihîşt malê, gelkî westiya, got bavo dibê ez xwe zû bigihînim mal, ez ji birçîna mirim.

Numûneyek ji kurmanciya nuh


Kurmanciya Dilawer Zeraq kurmanciyeke were bi texmîna min bêyî wî kes jê fêm nake. Li jêr ezê numûneyekê ji vî zimanê jê nayê fêmkirin bidim.

Dilawer Zeraq di twîtteke xwe da gotiye:
”Zanava me ya raser û rajêr û ranîvek û rahişk û ranerm...kurd(î)bûn e û hew!”

24 juli 2020

Îro mala me şên e



Lawikê me yê mezin Azad îro ji Lundê hatiye serdana me, ewê çend rojan li ba me be. Diya wî pê ra direqise, jê ra wek her car dîsa nanê goşt çê kir. 

Azad ji nanê goşt hez dike, her cara tê serdana me diya wî jê ra nanê goşt çê dike.

Min jî jê ra şorbeyeke heta nuha cara nexwaribû çê kir, pir jê hez kir, got min cara şorbeyeke hewqasî bi lezet nexwariye.

Ev newêrekî ewê li ser ewrûpiyan pir buha rûne


Siyasetmedarên ewrûpî pir newêrek in û ji hedê xwe bêtir jî pûlpersest in, îmana wan di pera da ye, li ba wan tu tiştek ji menfaetê, ji pera ne muhîmtir e. 

Siyasetmedarên ewrûpî gava çav li pera û menfaetê dikevin, nirx û pirensîbên xwe yên siyasî, exlaqî û demokratîk gişan didin alieyekî û pere û berjewndiyan hildibijêrin. 

Carnan hin îstîsna hebin jî piranî wiha ye û tim jî wiha kirine. Lema jî dîktator xurt bûne û zirarên mezin dane Ewrûpayê.

Lê ev newêrekî û pûlperestî jî li ser ewrûpiyan û welatên wan tim pir buha rûniştiye, di dawiyê da karê zirar dernexistiye, 
bûye sebebê malwêraniyên mezin.

23 juli 2020

Gerek em erdê xwe beyar nehêlin


-Voltaîre li ser girîngiya tarîxê gotiye, "tarîx, erdê/zeviyê milatan e. Her miletî berê çi çandibe, dû ra ewê wiya biçine."

Ji bo ku erdê me beyar û pirêze nemîne dibê em bi xwe tarîxa xwe binivîsin.

Tarîxa nivîskî hafizeya miletekî ye. Miletê tarîxa wî ya nivîskî tunebe bêhafizeye.

22 juli 2020

Yên ji zimanê şaşomaşo hez dikin jî hene



 Li vê dinyayê kesên ji gotinên şaşomaşo, ji cumle û twîttên nayên fêmkirin hez dikin jî hene.

Camêr peyva kiriye, tiştê gotiye ya şaşomaşo ye, ya kût e, kulek e, cumleyeke seqet e. Ne kurmanciyeke tekûz e. Nayê fêmkirin çi gotiye, dixwaze çi bibêje. 

Lê tu dinêrî dîsa jî însan diecibînin.

Ez bi xwe matmayî dimînim.

Li piyasê bêar pir in


Rojekê Xoce Nesredîn çend qufil bi hev ra li deriyê xwe xistine. Cîranan, nas û dostên wî meraq kirine, jê pirsîne, gotine:

-Xoce, xêr e, ji bo çi te hewqas qufil(kilîlk)li deriyê xwe xistine, ma qey tu ji dizan ditirsî?

Xoce bi xemgînî serê hejandiye, gotiye:

-Ji tirsa bêaran, ji tirsa bêaran…

21 juli 2020

Li Anqerê jî avê nadin gundên kurdan


Kurd li ku bin, li Konyayê ya jî li Anqerê bibn, ji bo tirkan qet ferq nake, dijminatiya kurdan, avê nadin gundên kurdan.

Li qeza Bala ya Anqerê gundê kurdan yê bi navê Malmûsa di navbera du bendavan da ye lê dîsa jî ava gund tuneye. Ji ber tunebûna avê gundî nikanin çandiniyê bikin, nikanin bax û bexçan biçînin.

Ji gundê Malmûsa Osman Konukçû dibêje, ”Ji ber ku em kurd in avê nadin me. Herin li van dorûberan binêrin, tevahiya gundên tirkan hişin in û ava wan heye.”

Xwezî her bavê kurd wiha bûya


Her kes ziman ji dêya xwe fêr dibe. Çimkî dê cara pêşî bi zarok ra dipeyive. Lema jî navê zimanê meriv di zaroktiya xwe da fêr dibe bi her zimanî, zimanê dayikê ye.

Lêbelê Hêja Netirk xanim, wê kurmanciya xwe ya şîrîn û bêqusûr ne ji dêya xwe, ji bavê xwe fêr bûye. Belê ji bavê xwe...

Ev jî tiştekî îstîsna ye.

Dibê em hinekî bînfire bin


Di siyasetê da gava karê meriv çep digere, xerab digere, rast naçe meriv bînteng dibe û bela xwe di kesên der û dora xwe dide, li sûcdaran digere.

Ev haletekî ne xerîb e, psîkolojiya kesê serneketî ye. Djibê meriv vê psîkoloiyê fêm bike û şêleke li gorî wê nîşan bide.

Bi hêrsê em nikanin tu geleşeke xwe çareser bikin.

Zibil


Yekî telîsek zibil li pişta xwe kiribû û di ber tîmarxanê ra derbas dibû. Dînekî jê pirsî, got:
-Ma ew çi ye li pişta te ye?
Mêrik got:
-Zibil e.
Dîn got:
-Tu yê zibil çi bikî?
Mêrik got:

20 juli 2020

Roj ne roja bêhîvîtiyê ye


Yên welatê me dagir kirine ewê dest bavêjin namûs û şerefa me ya şexsî jî. Û ji berê û ber da jî ev yek kirine û him jî pir caran kirine.

Lê piştî demekê em ji bîr dikin.

Çimkî bindestiyê, asîmîlasyonê hafiza me ya netewî zeîf kiriye. Em bi tarîxa xwe nizanin.

Heta em bindest bin û nebin xwedî dewlet, wek welatê me, namûs û şerefa me ya şexsî jî ewê di bin nigên dijminên me da be.

19 juli 2020

Meriv kal dibejî kar naqede


Ev du roj in ji kar min pişta xwe rast nekiriye, serê sibê bi berbangê ra radibim, dest bi karê hewşê, şuştina mexzenan û boyaxê dikim.
Dikim nakim naqede.
Kîjan karî diqedînim, xanim karekî din ji min ra dibîne, dibêje wele me vira jî boyax bikira baş dibû. Ev der jî pir qilêr bûye, me ew jî bişuşta baş dibû.
Tim dibêje "em", lê qesta wê ez im, ew wek bekçiyê emela carnan tê kontrolê. Ya jî tiştekî ji min ra tîne...

18 juli 2020

Tirk darekê li ku derê bibîne dibire !

Edîb, ronakbîr û dîrokzanên ewrûpî li ser barbarî, wêrankarî û bêkulturiya tirkan gelek tişt gotine, gelek tişt nivîsîne, tirk, osmanî wek miletekî barbar bi nav kirine.

Taner Akçam nivîskar û akademîsyenekî tirk e. Li Amerîkayê dijî. Li ser dêra Ayasofyayê nivîseke xweş nivîsîye. Wî jî gotiye tirk bêkultur û bêmedenîyet in, tenê yê xerakirinê ne. Heger ne wiha bûya di sedsala 21ê da Ayasofya nedikirin mizgeft.

Pêxemberê derewîn


Di nexweşxaneya dînan da yekî dîn ji hevalê xwe ra got:
-Ez pêxember im.
Hevalî got:
-Kuro erê me hiş berda ye lê ne hewqasî jî.
Lê hevalê wî ji ya xwe daneket, her îdîa kir ku ew pêxember e.
Li ser vê, rabû çû ba hevalekî xwe yê din û jê ra got:

17 juli 2020

Îro germiyan bi paş da hat Stocholmê


Ev du roj in germiyan bi paş da hatiye Stockholmê. Nuha Stockholm 26 derce germ e, tam havîn e.
Min vê sê zû çû hinek tiftar û boyax kirî. Aliyekî mexzena me gerek bihata boyax kirin.

Min ew der boyax kir. Min dît boyax nuh xuya dike, min derên din jî boyax kir.

Nuha sorik û xweşik xuya dike. Berê textê reş derketibû.

Sê daxwaz



Di wext û zemanekî pir kevn da li welatekî kî heftê sê caran neçûya mizgeftê/camiyê îdam dikirin. Lê berî ku îdam bikirana sê daxwazên wî bi cî dianîn. 

Rojekê yekî bênemaz, ji ber ku di wê heftê da sê caran neçûbû mizgeftê digrin. Berî ku bibin ber darê sêpiyê jê dipirsin, dibêjin:

-Daxwaza te ya yekem çi ye, zû bibêje?

Mêrik dibêje:

16 juli 2020

Meriv li welatê xwe nabe hevalê tecawizkarên zarokên xwe


Tirk ne îro tenê tecawizî keç û jinên me dikin û carnan jî gû bi me didin xwarin. 

Ji roja Kurdistan dagir kirine û vir da ye tirkan tecawizî keç û jinên kurdan kirine û dikin. 
Nuha jî li Şirnexê, li Bişêriyê eynî tiştî dikin. 

Kurdê bibe hevalên dagirker û tecawizkaran xayin in, hur bênamûs û bêşeref in. 

Pasta min îro olan da



Min nuha ji xanimê û ji xortan ra ev pasta toscana çê kir. Bawer bikin hosteyê vî karî jî nikane pasteyeke hewqasì xweş û lezîz çê bike. Ji karê wiha ra hosteyî lazim e.

Hewqas xweş bûbû, xanimê hêdîka got, "îcar xweş bûye. Lê ez dibêjim deqeyeke din di firnê da bima, ewê xweştir biba...

15 juli 2020

Sohbeta min ya di Çarpel Medyayê da


Mîrza Akar îşev di Çarpel Medyayê da çend pirs ji min kirin û me bi hev ra sohbeteke xweş kir. Mala wî ava be.

Gelek sipas ji bo ku ev îmkan da min, ez beşdarî programa xwe kirim, min fersend dît qala hin serpêhatiyên xwe bikim.
Ez bawer dikim programeke ne xerab bû.

Li ser pirsa kî ne ew hêzên serxwebûnxwaz ?


Ez ji siyasetmedar, rêber û serokên me ra tim û daîm dubare dikim, dibêjim ya dewletê bixwazin, ji bo wê bixebitin û yekîtiya xwe çêkin, ya jî zêde ezîyet û cefayê nekşînin, bi kurdan nedin kişandin, milet zêde perîşan nekin, bibin tirk û li mala xwe rûnin.

Dawiya partiya Tirkiyê û serokatiya çepên tirk gorkirina Kurdistanê ye û tirkbûn e.

14 juli 2020

Tirkan Kurdistan li kurdan kiriye zindan


Pûlisên tirk vê sibê li Diyarbekrê bi berbangê ra girtine ser çend malan, berdevka Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokhan jî di nav da, gelek jin girtine.

Li Dîlokê(Entabê)jî 33 kes girtine. Her roj 30-40 kurdî digrin. 

Li piyasê peya nehîştin, bi dehhezaran xistine zindanan. Ev demeke îcar berê xwe dane jinan, vê car jî jinan top dikin.

Gerek serokên me jî wek Theodor Herzl bin

Theodor Herzl


Mîmar û bavê dewleta Îsraîl Theodor Herzl, di dawiya sedsala 19a da ji giregir û mezinên yahûdiyan ra, ji miletê yahûdî ra teqrîben wiha digot :

-Du rê li ber me heye, ya emê bibin wek dinyayê, yanî emê jî bibin xwedî dewlet, ya jî emê dinyayê bikin wek xwe; yanî dewletan ji dinyayê rakin.
Li dinyayê em nikanin dewletan ji ortê rakin û dinyayê bikin wek xwe. Li ber me riyek dimîne, ew jî dibê em bibin wek dinyayê, bibin wek miletên din, dewleta xwe ava bikin.

13 juli 2020

Henek û cîdîyet


Ez ji mîzahê, ji nuktedaniyê hez dikim û baş xerab carnan jî hin pêkenînan, hin nivîsên mîzahî dinivîsim.

Mîzah şiklekî nivîsî ye, hawakî gotinê ye, di jiyanê da tiştên kenê meriv tîne derdixe pêş û kêfekê dide însên, însên him dikenîne û him jî dide fikirandin.

Lê mîzah ne kirîtîkeke edebî ye, ne rexneyeke siyasî ye, dibê meriv wek nivîseke rexnegirî fêm neke.

Kenê bêsebeb



Rojekê Xoce Nesredîn, li kerê xwe yê meşûr suwar dibe û berê xwe dide gund. Di nîvê rê da ker ji nişka ve ji tiştekî vediciniqe û dide lotikan û serî ji Xoce distîne, ha li vir, ha li wir, dihere li orta gund, Xoce wek gulokekê dibêje terp davêje erdê.
Çend gundî ketina Xoce dibînin û pê dikenin.
Xoce gelkî li ber xwe dikeve, lê qet nade der, fena ku tiştek nebûbe ji erdê radibe, hinekî xwe dawdişîne û dûra jî ji yên li dora xwe ra dibêje:

12 juli 2020

Îro min dûzaneke baş da hewşê




Îro min wek xortekî karkir zend û bendên xwe vemaltin, rahîşt meqes û tirmixa xwe û dehla (sênca, devîya) dora hewşê birrî, dûzaneke xweşik dayê. Bûbû wek porê dîna. Nuha xweşiktir xuya dike. 

Min birrî û xanimê jî çiqil û çulo avêt. Yanî ne ez tenê, ew jî xebitî. Lê helbet karê giran dîsa min kir...

Min pê ra negîhand aliyê hundur hewşê jî biqedînim. Ew ma rojeke din. Baranê dayê. Aliyê hewşê jî bi xêr ezê rojeke din bikim. Meriv karkir be rojên Xwedê pir in.

11 juli 2020

Dîn û îdeolojî gerek meriv neke berdevk û zilamê dagirkerê welatê xwe


Ji ber ku hûn jî misilman in û dijminên we jî misilman in dibê ev yek nebe sebebê hûn bibin abûqat û berdevkên neyar û dagirkerên welatê xwe.

Hin kurdên îslamî bûne abûqatên neyarên xwe, hinek bûne berdevkên wan, hinek jî bûne xulam û şûrkêşên wan. Bi neyarên xwe ra şerê gelê xwe dikin.

Hinekî din sebir bikin


Berî ku têk biçin kesî bawer nedikir Bîzans biqede, Împaratoriya Osmanî têk biçe, Sovyet hilweşe. 

Lê gava roj û saeta wê hat, giş ji belav bûn, qediyan, bûn hedîseyên tarîxî.

Berî ku têk biçin kesî bawer nedikir Şahê Îranê, Seddam Husên bi wî hawî bikevin û netîceyên îro hene bi xwe ra bînin.

Lê gava roj û saeta wê hat herdu jî tevî heykelên xwe serserî teqle bûn.

10 juli 2020

Ka sînor nedihatin guhertin?


Berê her cara me qala Kurdistana serbixwe dikir dostên me yên ewrûpî, heta hin kurdan jî digotin guhertina sînoran zor e, hema hema ne mimkûn e, kes piştgiriyê nade guhertina sînoran. 

Lema jî dibê em kurd dev ji daxwaza serxwebûnê berdin, hin daxwazên "mutewazîtir" bikin.

Tirkan di nava du sê salan da sînorên du dewletan, yên Sûriyê û Îraqê guhertin û him jî tarûmar kirin. Li Sûriyê û li Îraqê çar caran li Qibrisê erd dagir kirine; bajar bi xwe ve girê dane. 

Mahkimên xwe danîne, mektebên xwe vikirine, tirkî kirine zimanê perwerdê.

Bi dîtina Cemîl Merîç zimanekî bi navê kurdî tuneye

Cemîl Merîç


Di malpera ”Ufkumuz Haberê” da ez rastî nivîseke Şahîn Dogan ya li ser Cemîl Merîç(1916-1987) hatim. 

Şahîn Dogan, nivîs 5 sal berê di 10ê gulana 2015a da nivîsîye, ez çendakî berê bi tesadufî lê rast hatim. 

Şahîn Dogan yekî heyranê Cemîl Merîç bûye û heta wê demê haya wî ji fikrên Merîç yên li ser kurdan tunebûye. 

Tim ji xwe ra gotiye yekî wek Cemîl Merîç zana, alim, întellektuel li ser gelek mijaran xwedî fikir, ji bo çi li ser kurdan tiştek negotiye, tim meraq kiriye. 

Ev yek jî ji bo Cemîl Merîç wek kêmasiyeke mezin dîtiye. 
Heta ku rojekê rastî vê hevpeyvîna Cemîl Merîç hatiye û şok bûye.

09 juli 2020

Hevalê çê meriv bêpar nahêle



Hîn min digot rojekê ezê herim bexçê Qutbedîn Aliş diziya giryazan(qeresîyan), camêr nehîşt ez xwe biwestînim, bîstek berê bi ereba xwe hat ber deriyê mala me û kîsek giryazên hingivîn ji me ra anî.

Hevalê çê wek zêrê zer e, wek şûrê Şamê ye, di rojên teng da ji meriv ra lazim dibe, giryazên meriv tîne ber deriyê meriv.

Li ser pirsa çima nivîskarên mêrdînî pir in?


Do di twîtterê û di facebookê da min pirsek kir, min got çima ji Mêrdênî û ji qezayên wê, lê bi taybetî jî ji Qezê(Qoserê, Qiziltepê)gelek nivîskar, edîb derketine, sebebê vê yekê çi ye?

Gelek kesan bîr û baweriyên xwe gotine û hin sebeb rêz kirine. Ez wan dîtinan li vir dubare nakim, çimkî hûnê li jêr bixwînin. Kê çi gotiye min giş xistin bin nivîsê.

Miheqeq gelek faktorên vê meselê hene, tesîra hin faktoran zêdeye û ya hinan jî hindik e. 

Hesenê Mûsa



Hesenê Mûsa tembûrvan e
Tembûra delalê min darî karaban e
Delalê dilê min bi tenê ye
Çi bikim bêxudî, bêsermiyan e

08 juli 2020

Propogandeya bê deng



Di sala 1960î da Mûsa Anter ji ”Doza 49a” mahkime dibû. MÎTê(teşkîlata îstîxbaratê ya Tirkiyê)di heqê wî da raporek hazir kiribû û dabû mahkimê. MÎTê di rapora xwe da digot, erê Mûsa Anter bi hawakî vekirî propaganda kurdayetiyê nake. Lê li otêlê, li kolanan, li aşxane û çayxaneyan kî wî dibîne di cî da kurdîtî tê bîrê.

Hakim rapor xwend û dûra ji Mûsa Anter pirsî:

-Mûsa, tu dibê çi?

Mûsa Anter keniya, got:

Dibê em her tiştê tirkan boykot bikin !


Tirk li sê beşên Kurdistanê li hemberî me şerekî pir mezin dimeşînin.
Avê û ceyranê ji ser gel dibirin ji bo ku bi sedhezaran kurdî mecbûrî koçberiyê bikin. Dixwazin ji Herranê bigre heta bi Nisêbînî, sînorê Îraqê vala bikin, kurdan ji vê herêmê derxin. 

Derew



Di wext û zemanekî berê da nabêna axayekî û  cîranê wî tunebû. Axa li cîranê xwe û maneyan digeriya, dixwest bi hawakî belayekê bîne serî, bêbextiyekê lê bike. Rojekê rabû çû ba qazî û jê ra got:

-Do bi şev cîranê min  ji çala min a genim du çewal genim diziye, dibê hûn heqê min jê bistînin.

Qazî jê pirsî, got:

07 juli 2020

Sohbeta min û Dîlan Yeşîlyaprak xanimê



Dinya biçûk bûye û tesadufên xweş pir in.

Di medyaya sosyal da carnan tesadufên pir xweş çê dibin. Îro bi xêra parvekirineke rojnamevanê hêja Mûrad Bayram, ez rastî karxezalek kurd, sinetkareke gelkî jîr û jêjhatî hatim. 

Xanimeke ji Mêrdînê, ji qeza Stewrê ye, lê li Îzmîrê mezin bûye û destpêkê di zaroktiya xwe da asîmîle bûye. 

Lê dû ra gava mezin bûye, li kurdayetiya xwe xwedî derketiye, çûye qursa kurdî û kurmanciyeke pir baş fêr bûye. 

Ji bo me tu ferqeke Kiliçdaroglu ji Erdogan tuneye


Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji Îraqê xwestiye tirkmenekî bike wezîr.
Hin kes li vê şêla Kemal Kiliçdaroglu ecêbmayî mane, wî rexne dikin.

Kemal Kiliçdaroglu dibêje ew ne kurd e, ew tirk e û tirkekî ji Erdogan jî tirktir e. Lema ji bo me kurdan tu ferqa Kemal Kiliçdaroglu û Erdogan tuneye.

06 juli 2020

Bi zarokan ra axaftina bi kurdî micadela li dijî dagirkeriyê ye


Rejîma îslamî-faşîst ya tirk her kurd pir hindik êşandiye, neheqî û zulm lê kiriye. 

Her kurdê bi xîret ji vê dewlet û rejîma ant-kurd tije bûye û dixwaze bi hawakî zirarekê bide wê.

Îro tiştê her kurd kane li hemberî vê dewleta dagirker bike axaftina bi kurdî ye, fêrbûna kurdî ye. Li dijî vê rejîma faşîst, neyarê qewmê kurd şerê herî baş û her kurd kane bike nuha ev e, bipêşxistina kurdî, axaftina kurdî, fêrbûna kurdî ye; ev jî şiklekî micadela li dijî dewleta dagirker e.

05 juli 2020

Dewlet li Mêrdînê û Wêranşarê çi ji me dixwaze?



Li gelek gundên Mardînê, Dêrikê, Qezê, Wêranşarê ji serê mehan e elektirîk û av tuneye. Ev çend sal in eynî tiştî dikin. Li pişt vê terora qutkirina avê û ceyaranê pilaneke dewletê heye.

Zeviyên xelkê, terşên xelkê, bîstan û bexçeyên xelkê ji ber bêaviyê telef bûne. Milet perîşan e. 

Bi sedhezaran însan di tariyê da dijîn û hesretiya ava vexwarinê ne. Ev ne tiştekîm normal e. Dibê em giş bi hev ra tiştekî bikin.

Dewleta dagirker û neyarê qewmê kurd ji kêfî zulmeke nedîtî li me dike. Lê di vê zulmê da hedefeke wê heye. 

04 juli 2020

Tirkan di zorbatiya xwe da kara xwe dîne


Tirk hewqasî aşûnî û çavsorî bûne mêrikan gef li Fransayê jî xwarine. Wezîrê Parastinê Hulûsî Akar gotiye "Fransa mecbûr e ji Tirkiyê uzrê xwe bixwaze !"

Mêrik bala xwe didê zor pere dike, çi dikin, ku derê dagir dikin ji wan ra dimîne. Lema êdî ne Sûriyê, Îraqê, Yûnanîstanê, kurdan tenê, Fransayê jî tehdît dikin.

Ez raketime


Rojekê hevalekî  Xoce Nesredîn dibe mîvanê wî. Nîvê şevê, berî di xew ra herin mîvan ji Xoce dipirse:
-Xoce, ma tu raket?
Xoce dibêje:
-Na, kerem bike, ma te yê tiştek bigota?
Mîvan dibêje:

03 juli 2020

Bi fortan tirk nasekinin


Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îraqê gotiye ew van êrîşên Tirkiyê qebûl nakin û Xwedê giravî ewê li hemberî Tirkiyê ”helwestek din nîşan bidin.”

Fermandarê Hêza Zêrevanên Sînor, Emîd Dilêr Ferzinde Zêbarî gotiye: “Ferman ji me re hatiye em bersîva her core destdirêjiyekê û êrîşekê bidin.”

Vana giş fortên vala ne, Tirkiye qurişekî xwe jî di van gotin û fortên vala nade. 

Kê ji min ra lîrand ?


Rojekê li çolê, li ser erd du malbet bi qiç û pîlan ve(bi çûk mezinan ve) bi hev ketibûn, tiştek di hev da nehîştibûn, hev û du kel û kût kiribûn. 

Tam wê nabênê da suyarekî bi hêl û mêl ji wir derbas dibû. Ji nav aliyekî jinekê got lîlîlîlîlî û dest bi lîrandinê kir û got:

02 juli 2020

Meriv destvala be yê bi sîleh hesabê meriv nake


Ji bo ku dewleteke me ya serbixwe tuneye li herêma xwe em nikanin bibin aktor, herî zêde em faktor in.

Lema jî ne Amerîka û ne jî Rûsya zêde hesabê me nakin, di birr û bazaran da, li ser masê em tunene.

Amerîka, Rûsya bi dijminên me ra li dijî me çi karan bikin, çi  peymanan îmze bikin jî em tiştekî bi wan bikin, em nikanin rê li ber wan bigrin. 

Tirk dixwazim medyaya sosyal bigrin bin kontrola xwe


Serok û siyasetmedarên tirk fêrî halan û pesindayinê bûne, gerek herkes, her dezgeh wek şelafan pesnê wan bide, ji wan ra methîyeyan binivîse.

di kultura tirkan da ciyê rexneyê, toleransê, demokrasiyê tuneye. Lema jî serokê tirkan Erdogan dike twîtterê bigre û gelek şelaf jî jê ra li çepikan dixin.

Hêvî dikim medyaya sosyal ji bin da qedexe bikin.

01 juli 2020

Texlît



Zanayê biçûk nuh dest bi dibistanê kiribû. Bavê wî her êvar li deftera wî dinêrî, lê yek rêz û yek herf jî nedidît, defter tim vala bû. Êvarekê sebebê vê yekê jê pirsî, got:

-Ji bo çi deftera te tim vala ye?

Lêwik got:

Tiştê li kara dijmin û li zirara meriv be dibê meriv neke


Em giş zanin tirkan welatê me dagir kirine û dixwazin hin derên din jî dagir bikin. 

Em giş zanin ji bo ku rojekê Kurdistan çê nebe tirk di sê cepheyan da şerê me dikin.
Em giş zanin neyartî û şerê tirkan ne bi partiyekê ra ye, bi miletê kurd ra ye.

Yanî tirkan çi aniye serê me û dixwazin çi bikin em giş pê zanin. Di vir da problem tuneye.

PARVE BIKE