09 juli 2020

Hevalê çê meriv bêpar nahêle



Hîn min digot rojekê ezê herim bexçê Qutbedîn Aliş diziya giryazan(qeresîyan), camêr nehîşt ez xwe biwestînim, bîstek berê bi ereba xwe hat ber deriyê mala me û kîsek giryazên hingivîn ji me ra anî.

Hevalê çê wek zêrê zer e, wek şûrê Şamê ye, di rojên teng da ji meriv ra lazim dibe, giryazên meriv tîne ber deriyê meriv.

Pir memnûn û kêfxweş bûm, gelek sipas ji hevalê minê ezîz û xanima wî Perwîn xanimê ra.

Ez ditirsim îsal para Mahmûd Lewndî nemîne. Gava mala meriv li derî bajêr be meriv ji gelek tiştan mahrûm û bêpar dimîne.

Mahmud Lewendi Ez ê îşev nerdiwana xwe bigrim û bi dizî herim mala Qudbedîn.

Zinarê Xamo Qamera ù elarm bi cì kiriye, tuyé werì girtin.

Kutbettin Alis Ji ber ku ereba Zinar tunebû ez fikirîm berî kesên bi erebe werin darê biriçukînin ez Zinar bêpar nehêlim. Ne kamera, ne jî alarm heye, kî di xwe re dibîne kerem ke, du heb nêrdiwnan jî li bin darê hene!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE