10 juli 2020

Bi dîtina Cemîl Merîç zimanekî bi navê kurdî tuneye

Cemîl Merîç


Di malpera ”Ufkumuz Haberê” da ez rastî nivîseke Şahîn Dogan ya li ser Cemîl Merîç(1916-1987) hatim. 

Şahîn Dogan, nivîs 5 sal berê di 10ê gulana 2015a da nivîsîye, ez çendakî berê bi tesadufî lê rast hatim. 

Şahîn Dogan yekî heyranê Cemîl Merîç bûye û heta wê demê haya wî ji fikrên Merîç yên li ser kurdan tunebûye. 

Tim ji xwe ra gotiye yekî wek Cemîl Merîç zana, alim, întellektuel li ser gelek mijaran xwedî fikir, ji bo çi li ser kurdan tiştek negotiye, tim meraq kiriye. 

Ev yek jî ji bo Cemîl Merîç wek kêmasiyeke mezin dîtiye. 
Heta ku rojekê rastî vê hevpeyvîna Cemîl Merîç hatiye û şok bûye.


Cemîl Merîç, nivîskar û întellektuelekî tirk yê bi nav û deng e, ji edebiyatê, tarîxê, zimên, felsefê bigre, heta bi sosyolojiyê, li ser gelek ilmên sosyal xwedî fikir bûye, nivîsîye, werger kiriye.

Tirkan di wexta xwe da pir pesnê Cemîl Merîç dane, ew asîmanan xistine, gotine ew ”întellektuelekî ji berê û ji nuha haydar e. Qertelekî ewran qul dike. Keskesora fikir e. Di asîmanên xwe da sitêrkek bi tenê ye. Muhasibên asoyan e. Kahînê li Arafatê ye. Rima naçe çewêl. Qelema hesbî ya tefekurê ye. Sultanê gotinê ye. Împaratorê peyvê ye.” 

Û gelek meth senayên wek van ji bo Cemîl Merîç gotiye. A ev Cemîl Merîçê hewqasî zana û întellektul e,mijar nemaye li ser nenivîsîye, kurd layiqî tu tiştî nedîne, gotiye ”ne kurdî heye û ne jî edebiyata kurdî.” Û dû ra jî gotiye miletek gava zimanê wî tunebe, edebiyata wî tunebe mafê wî tuneye doza serxwebûnê û dewletê bike.

Cemîl Merîç li ser kurdan û mafê wan çi difikire, min ji tirkî wergerand kurmancî. Fermo bixwînin.

”…Min berê jî gotibû ez kurdperweriyê teswîb nakim. Li ortê zimanek tuneye. Kevneşopiyke(tradîsyoneke)dewletekê tuneye. Edebiyat tuneye.Li gorî çi ewê dewletê ava bikin ku ? Ji faalîyetên kurdçîtiya etnolojîk ya li Yurdu Weqfan ez jî xemgîn bûm. Em van kesan dikin mamûrê dewletê, dikin wezîr, profesor, esker, em tu carî wan cihê nabînin. Ji bo çi wiha dikin fêmkirina wê zor e lawê min, zor e. Ez merivekî ilimdar im. Di salên 1967-1968a da dema ez di sosyolojîyê da mamoste bûm, dema hedîse herî pir gurr bûbûn, min li ruyên telebeyên çep rastî bi qîrîn digot û di sinifê da ji kesî kirt dernediket. Çimkî ez gerokekî rastiyê me. Berê li Rojava zimanê ilm latînî bû, li ba me erebî bû. Yên dixwestin ev ziman fêr dibûn û jê fêde digirtin. Aliman jî ji bo ku kitêbên xwe bi van zimanan dinivîsîn belavbûna ilim hêsan dibû. Nuha miheqeq mecbûrîyeta fêrbûna zimanên din ên ilm heye. Jiyana însanekî ancax têrî fêrbûna du zimanan dike.
Her roj hema hema bi her zimanî weşanên ilmî, keşf, îcad dibin û em ji xwendina wan mahrûm in, ilm dibê belav bibe. Zimanek wek zimanê ilim were qebûlkirin, ezê tirkiya ez jê pir hez dikim dev berdim, bi wî zimanî binivîsim û bixwînim. Ez di tirkî da xwedî sitîl(terz, uslûb)im. Min jiyana xwe weqfî nazenîniya tirkî kiriye. Li gel vê jî ez kanim dev ji tirkî berdim. Piştî ku rewş ev e çi bi kurdçiyan hatiye?(Sohbetên bi Cemîl Merîç ra, Halîl Açikgoz, Dogu Kutuphanesi yay. S. 27-28)

Yanî kurd çawa kanin azadî û serxwebûnê bixwazin, çimkî zimanê wan tuneye.
Navê nivîsê bi tirkî wiha ye ” Cemil Meriç’in Gözüyle Kürt Sorunu” yanî bi Çavê Cemîl Merîç mesela kurd.

Not: Ez nizanim, nayê bîra min gelo Îsmaîl Beşîkçî xoce li ser vî merivê irqçî neyarê qewmê kurd tiştek nenivîsî ye. Ez dibêjim ne mimkûn e Beşîkçî di rexneyên xwe da qala vî nîjadperesê pantirkîst nekiribe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE