10 juli 2020

Ka sînor nedihatin guhertin?


Berê her cara me qala Kurdistana serbixwe dikir dostên me yên ewrûpî, heta hin kurdan jî digotin guhertina sînoran zor e, hema hema ne mimkûn e, kes piştgiriyê nade guhertina sînoran. 

Lema jî dibê em kurd dev ji daxwaza serxwebûnê berdin, hin daxwazên "mutewazîtir" bikin.

Tirkan di nava du sê salan da sînorên du dewletan, yên Sûriyê û Îraqê guhertin û him jî tarûmar kirin. Li Sûriyê û li Îraqê çar caran li Qibrisê erd dagir kirine; bajar bi xwe ve girê dane. 

Mahkimên xwe danîne, mektebên xwe vikirine, tirkî kirine zimanê perwerdê.

Qaymeqam û waliyên tirk, pûlis û leşkerên tirk Efrênî, Serê Kaniyê, Girê Sipî, Idlibê îdare dikin.


Lê kes nabêjeje hûn nikanin sînoran biguherînin.

Heger hêza meriv hebe sînor jî tên guhertin û welat jî tê dagir kirin. Her tişt girêdayî zorê ye. Meriv bikanibe tu qîmeta sînor mînoran tuneye, meriv diguhere.

Wa ye tirkan Efrîn, Girê Sipî, Serê Kaniyê, Îdlib û nîvî başûrê Kurdistana Federe dagir kirine. De bira dinya qebûl neke. 

Tirkan ne tenê du welat dagir kirine, di ser da ji Yekîtiya Ewrûpayê jî bi milyaran xûgiyê digre. Erdogan ji Yekîtiya Ewrûpayê ra dibêje heger hûn dengê xwe bikin, heger hûn meaşê çeteyên min nedin, ezê du sê milyon pakîstanî, hindî, afganî, bengalî û afrîkiyên din bişînim ser we. 

Sînorên Tirkiyê ne bes e, wa ye riya Lîbyayê jî girtine destên xwe, ji wir jî Afrîkiyan dişînin ser Îtalyayê û Îspanyayê…

Ewrûpî jî ji dêlî xwe bi qurban kin, îfadeya wî bigrin, bertîl dikin, pê ra bazara xûgiyê dikin.

Heta Erdogan li Tirkiyê li ser hukim be ji cîranên Tirkiyê ra û ji Ewrûpayê ra rehetî, aramî tuneye, ne mimkûn e.

XXX
Ji pisikê ra gotin piso guyê te derman e. Go na, hebirman e. Hin kes fikrên xwe ji derman jî, ji hebirmanê jî bi qîmetir dibînin.
Newêrekî jî, pozbilindî jî ne baş e, dibê meriv mitewazî be û biwêribe fikrê xwe bibêje. Karê baş teqdîr bike. Pêşketin ne bi bêdengiyê, bi fikrên cuda çê dibe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE