11 juli 2020

Dîn û îdeolojî gerek meriv neke berdevk û zilamê dagirkerê welatê xwe


Ji ber ku hûn jî misilman in û dijminên we jî misilman in dibê ev yek nebe sebebê hûn bibin abûqat û berdevkên neyar û dagirkerên welatê xwe.

Hin kurdên îslamî bûne abûqatên neyarên xwe, hinek bûne berdevkên wan, hinek jî bûne xulam û şûrkêşên wan. Bi neyarên xwe ra şerê gelê xwe dikin.


Dîn, dîndarî, bawerî, îdeolojî gerek meriv neke berdevk û xulamê neyarê xwe.

Dîn û îdeolojiya dagirkerên welatê me çi dibe bila bibe ferq nake, madem welatê me dagir kirine û em kirine bindest, ew neyar e, meriv nabe dost û hevalê neyarê xwe, yê bibe rezîl e, bêxîret e, bêşexsîyet e.

XXX
Ji zulm û terora tirkan pirtir, xulamtiya kurdên bûne hevalên wan, berdevkî û abûqatiya wan a Erdogan û Tirkiyê min merezarî dike.

Berê gava înternet tunebû haya min zêde ji xulamtiya wan çê nedibû. Lê nuha di medyaya sosyal da meriv her roj dibîne û ji qahra pê kezebreşî dibe.

Di hin medyayên hin welatên Ewrûpî da ji bo Tirkiyê dibêjin "li Tirkiyeya sekuler" Ayasofya dibe mizgeft.

Kesê ji Tirkiyê ra bibêje "sekuler" pir nezan e, cahil e, ehmeq e, kêmaqil e, Tirkiyê û tirkan ji bin da nas nake.

XXX
Di meclîsa tirkan da parlamenterên tirk gişan ji pê mizgeftbûna Dêra Ayasofyayê bi "tekbîr û alah û ekber" pîroz kirin.

Dengê "tekbîr, tekbîr û alah û ekber, alah û ekber !" meclîsa tirkan hejand.

Dibê dinya bibîne tirk çi qumaşekî pîs in, di hundurê piraniya wan da Hîtlerek heye.

XXX
Erdogan gotiye ”zindîbûna Ayasofyayê xeberfêrîka azadbûna Mescîd î Aqsayê ye. Misilman êdî ji dema fetretê derdikevin.”
Yanî hedefa wî ya nuh rizgarkirina Qudsê ye.

Û ya herî muhîm jî ew xwe wek xelîfeyekî îslamê dibîne.

Dema berî xwe jî wek dema fetretê, yanî dema valahiyê û kaosa di nava alema îslamê da.  Bi hatina wî dawî li dema fetretê hatiye, dema fethê dest pê kiriye.

De ser xêrê be, hêvî dikim gotina xwe nexwe û ji Îsraîl û Balkanan dest bi fethê bike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE