19 juli 2020

Meriv kal dibejî kar naqede


Ev du roj in ji kar min pişta xwe rast nekiriye, serê sibê bi berbangê ra radibim, dest bi karê hewşê, şuştina mexzenan û boyaxê dikim.
Dikim nakim naqede.
Kîjan karî diqedînim, xanim karekî din ji min ra dibîne, dibêje wele me vira jî boyax bikira baş dibû. Ev der jî pir qilêr bûye, me ew jî bişuşta baş dibû.
Tim dibêje "em", lê qesta wê ez im, ew wek bekçiyê emela carnan tê kontrolê. Ya jî tiştekî ji min ra tîne...

Îro saet heftê sibê rabûme, min nuh firçe û satil ji destê xwe danî û hatim hundur.


Xaniyê me û herdu mexzenên/embarên me text in, ji çend salan carê şuştin û boyax jê ra lazim e. Xaniyê dezt dext derd e. Di vî umrî da ew jî ketiye gustuyê min.

Ji do da ye dikim û nakim naqede, karê rojeke din jî hîn heye.

Min çend caran telefona xwe da xanimê û got çend rismên min bigre. Ew li dijî risma ye. Du sê rismên girtine ne yên belavkirinê ne, dinya jî xera bibe ez wan risman belav nakim. Ez nizanim çawa kiriye, ez wek gumgumokê nîşan dame, min bawer nekir ew ez im, min giş avêtin. 

Ez dibêjim mexsûs pozîsyonên ne xweş digre, ji bo ku ez ecêb û ne xweşik derkevim.
Ji bo ku rewş ev e ez nikanim tu rismên xebata xwe belav bikim. Lê dibê hûn bizanibin ez vala nesekinîme, wer dixebitim.

XXX
i bo tirkekî asîmîlasyon wek me kurdan ne tahlûke ye. Çimkî dewleta wan heye. Deh milyon, bîst milyon tirk dev ji tirkî berdin jî tişt bi tirkan nayê.
Lê asîmîlasyon ji bo me mesela hebûn û tunebûnê ye, heger piraniya kurdan asîmîle bibin em diqedin, em dibin tirk. Hedefa tirkan ev e.
Gelek milet bi vî hawî, bi riya asîmîlasyonê di nava kultur û zimanê miletekî din da heliyan e. Li Tirkiyê bi dehan milet bi riya asîmîlasyonê bûn tirk. Di van 40-50 salên dawî da bi milyonan kurd heliyan û bûn tirk.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE