Yên welatê me dagir kirine ewê dest bavêjin namûs û şerefa
me ya şexsî jî. Û ji berê û ber da jî ev yek kirine û him jî pir caran kirine.
Lê piştî demekê em ji bîr dikin.
Çimkî bindestiyê, asîmîlasyonê hafiza me ya netewî zeîf
kiriye. Em bi tarîxa xwe nizanin.
Heta em bindest bin û nebin xwedî dewlet, wek welatê me,
namûs û şerefa me ya şexsî jî ewê di bin nigên dijminên me da be.
Merivê bindest kole ye, ne xwedî tiştekî ye.
Heger em dixwazin xelk dest dirêjiya namûs û şerefa me ya şexsî
neke, dibê em ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet; em bibin miletekî
azad û xwedî îrade.
Nuha em ne xwedî îradeya xwe ne, her tiştê me, hebûna me,
mal û milkê me, şeref û namûsa me giş di bin destê tirkan da ye.
Ya emê bindestiyê qebûl bikin û wek xulam û koleyên tirkan
jiyaneke rezîl, bêşexsîyet, bêîrade bijîn, ya jî emê li ber xwe bidin, bi
qelema xwe, bi gotina xwe, bi dilê xwe li dijî zulmê û dagirkeriyê bin.
Zû, dereng serketin ya me ye, roj ne roja bêhêvîtiyêye. Em
ji do xurttir in.
XXX
-Ji bo ku meriv bizanibe însan bi rastî çi difikirin, ne li
gotinên wan, çi dikin li wê binêrin.
Rene Descartes
-Heqîqet nebateke nikane were wendakirin, Hûn wê têxin binê
kevirekî jî, dema wexta wê hat, ji bo derkeve ortê ewê rêyekê bibîne.
Frank Thiess
-Her aqil, tiştê hêza wî nagihîjê û nikane îdrak bike, înkar
dike.
Îbnî Haldûn
-Terbiyeya merivekî ji çawa dikene, zeka û misteweya wî jî
bi çi dikene fêm bike
Mewlane
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar