24 juli 2020

Îro mala me şên e



Lawikê me yê mezin Azad îro ji Lundê hatiye serdana me, ewê çend rojan li ba me be. Diya wî pê ra direqise, jê ra wek her car dîsa nanê goşt çê kir. 

Azad ji nanê goşt hez dike, her cara tê serdana me diya wî jê ra nanê goşt çê dike.

Min jî jê ra şorbeyeke heta nuha cara nexwaribû çê kir, pir jê hez kir, got min cara şorbeyeke hewqasî bi lezet nexwariye.

 Welhasil îro mal me şên e û kêfa xanimê li cî ye. 

XXX
Ji ber bêxîretî, pîsî û tirsonekiya ewrûpiyan tirkan di pêşengiya Erdogan da îro Ayasofya careke din dagir kirin û li dû Erdogan nimêja kirin. Erdogan îmmatî kir, Quran xwend. Cî li hundur nema, bi hezaran li derve nimêj kirin.

Bi sedhezaran tirk wek keriyên pez bi hev ketin û êrîş birin ser Ayasofyayê. Li hemberî yûnanan, ewrûpiyan û cîhana xiristiyan zafera xwe îlan kirin.

Erdogan ji ewrûpiyan ra, ji Yekîtiya Ewrûpayê ra got, hûn seriyek sîr jî nakin, ji bo min hûn pûç in, hûn balon in, hûn ne layiqî Stenbolê, û Ayasofyayê ne. Lema min ew kir mizgeft.

Heta ewrûpî ev kes bin Erdogan û tirk ewê hîn pir xwe li wan biboqînin. Tirkan fêm kiriye ewrûpî bêxîret in, dest nabin xwe.

Ji xwe heger ne bêxîretî û tirsonekiya ewrûpiyan bûya tirk nedibûn xwedî welat jî, ewrûpiyan Tirkiye diyarî tirkan kirin. Nuha jî şîna Ayasofyayê dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE