15 juli 2020

Sohbeta min ya di Çarpel Medyayê da


Mîrza Akar îşev di Çarpel Medyayê da çend pirs ji min kirin û me bi hev ra sohbeteke xweş kir. Mala wî ava be.

Gelek sipas ji bo ku ev îmkan da min, ez beşdarî programa xwe kirim, min fersend dît qala hin serpêhatiyên xwe bikim.
Ez bawer dikim programeke ne xerab bû.


XXX
Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar gotiye ,”ji temûza 2015a û vir da me 18927 terorîst kuştin.”

Di nav 5 salan da 19 hezar keç û lawên kurd kuştine û bi vê wahşeta xwe jî îftîxar dike, pesnê dewleta xwe dide.

Siyasetmedarekî tirk, serokê partiyeke tirk, dezgeh û komeleyeke tirk, rêxistineke mafê mirovan li dijî vê qetlîamê derneketiye, negotiye çawa hûn kanin hewqas însanî bikujin û pê pesnê xwe bidin?

Kes nabêjie çimkî partiyên tirk, ji sedî 99ê tirkan bi vê qetlîamê kêfxweş dibin, dixwazin hinekên din jî bikujin.

Çend tirkên di nava HDPê da ne tê da, tirk giş, hemû partiyên wan PKKê terorîst dibînin û lema jî dixwazin dewleta wan qira gerîla bîne.

Lê PKK dîsa jî bi çavê bira li vî miletî dinêre û ji bo demokrasiya Tirkiyê dixebite. Dîsa jî partiya Tirkiyê diparêze. Miletek heywaqsî neyarê meriv be, meriv naxwaze pê ra bijî, meriv partiya Tirkiyê naparêze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE