16 juli 2020

Pasta min îro olan da



Min nuha ji xanimê û ji xortan ra ev pasta toscana çê kir. Bawer bikin hosteyê vî karî jî nikane pasteyeke hewqasì xweş û lezîz çê bike. Ji karê wiha ra hosteyî lazim e.

Hewqas xweş bûbû, xanimê hêdîka got, "îcar xweş bûye. Lê ez dibêjim deqeyeke din di firnê da bima, ewê xweştir biba...


Hêvîdar Zana: Tu her hebî mamosta Zinar. Pir xweş xuya dike welle. Niha li vir bûya, min guh nedida rejîm mejîm û qelewiyê, min ê perçeyekî mezin bixwara

Zinarê Xamo: Çareya wê heye, xwarinên din hinekî kêm bike û wek min bimeşe. Di vî umrî da bêyî karê nav malê, blogeriyê, ez rojê li dora saet û nîv û du saetan jî dimeşim. Helbet ne bi tenê me, xanimê jî bi xwe ra digerînim...:))

Hêvîdar Zana: Min xwarin kêm kiriye, şêraniyê naxwim. Lê welle germa Hewlêrê nahêle mirov bimeşe, ji zû ve sporê nakim. Li cihê kar jî bi piranî rûniştî me. Ez ne qelew im, lê mîrata ekranê 3-4 kîloyan davêje ser mirov, ji ber wê xwe birçî dihêlim.

Zinarê Xamo: Ekran derewa dike, forma te îdîal e. Her tiştê bixwe, lê zêde nexwe. Piştî çend rojan çav bar nebe jî, zik têr dibe.

Bariş Azad: Saeta te xweş û noşî can be

Zezîr Guçlu :
Destê te saxbe

Zimandirêj Pandemîç: Dest sax be mamoo pir xweş xuya dike haa

Zinarê Xamo: Ma xweş jì gotin e, béqusùr e ! Xanimé ji pir eciband, zù bi zù huneré min naecibìne, tim qusùreké lé dibìne. Lé vé caré hédìka got pir xweş e...

Zimandirêj Pandemîç: Hahahah bavê min li dîya min wulo dike. Ger biecibîne jî bi qelsî dibêje "ee xweşee"

Zinarê Xamo: Li dinyayê însanên dişibin hev pir in. Vê carê hêdîka got pir xweş bûye, lê ez dibêjim te deqak berê ji firnê derxista ewê xweştir bibûya...:))

Zimandirêj Pandemîç: Hahahahaa! Xwedê we bi hev re kal ı pîr bikee
navbera we tu carî xira nebe. Ew jî delalîyê jinê kurd in. Wa tu xwarinê çêdike ka hê çi dixwazi?

Zinarê Xamo: Ma xwarinê tenê, nanpêjê malê jî ez im. Ez çi karî dikim pê qîma xwe neyane, tim xwe dinalîne, dike ay û oy û hinek karê din ji min dixwaze Li Swêd fêrî gelek tiştên bûye, dawiya daxwazên wê nayê Min digot belkî ez yeka gundî bînim ezê rehet bikim, tew min malik li xwe viritand

Nezîr Guçlu: Pir bi lezzet xwiya dike mamoste.

Zinarê Xamo: Îşê lezetê, di devê meriv da dihele, xwezî nuha te kanîbûya tahm bikira...:))

Nezîr Guçlu:
Xwezî:) çewa ku min xwaribe pir spas dikim
Ezîz Weysî: Zilam di ser te re heram e Xalo

Zinarê Xamo:
Xanim ne tê da gelek kes eynî tiştî dibêje. Ew tim dibêje "qet nakeve serê min...

Ezîz Weysî: Ew taktîk e xalo, wer dike ku tu di ser xwe re nere û çav bera derve nede :)

Zinarê Xamo: Tu qala çi xortê delal, ew jî zane ew dewran dewran derbas bûye...,lema hewqas stûriyê dike...:))

Abdulğani Bakir: destê te saxbe mamoste noşî canbe ji cumatawere

Roza Budak Noşıcan be:)

Mamoste Sait Dest xweş rêzdar

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE