15 juli 2020

Li ser pirsa kî ne ew hêzên serxwebûnxwaz ?


Ez ji siyasetmedar, rêber û serokên me ra tim û daîm dubare dikim, dibêjim ya dewletê bixwazin, ji bo wê bixebitin û yekîtiya xwe çêkin, ya jî zêde ezîyet û cefayê nekşînin, bi kurdan nedin kişandin, milet zêde perîşan nekin, bibin tirk û li mala xwe rûnin.

Dawiya partiya Tirkiyê û serokatiya çepên tirk gorkirina Kurdistanê ye û tirkbûn e.


Bi vê siyasetê hûn ji gelê xwe ra him tiştekî bi ser avê naxin û him jî kurdan dihelînin, hêdî hêdî entegreyî tirkan û Tirkiyê dikin. Hebûna we rê li ber tevgerên serxwebûnxwaz girtiye.

Kemal Bakan Tevgerên serxwebûnxwaz?

Muslum Yigit Ev tevgerên Serxwebûnxwaz, ên ku tu qal dike, bi me jî bid naskirin kekê Zinarê Xamo.

Zinarê Xamo: Ji PAKê bigre heta bi HAKPARê û PSKê, partiyên Kurdistanî hemû jî serxwebûnxwaz in û hemû jî ji HDPê kurdtir û Kurdistanîtir in, partiyên kurd û Kurdistanê ne.

HADP ne partiyeke kurd û Kurdistanê ye, ew bi xwe dibêje ew partiyeke Tirkiyê ye. Ez li dij im kurd ji bo partiyeke Tirkiyê bixebite, xizmetê ji tirkan ra bike.

HDP bi xwe dibêje ew partiyeke Tirkiyê ye û ji bo demokrasiyê bîne Tirkiyê dixebite, lema jî tirkan dike berpirsiyar û serokên xwe.

Kî dixwaze bi tirkan ra bixebite serbest e, lê ez li dij im kurd têkevin partîyên tirkn û Tirkiyê. Ez dibêji gerek partiyên xwe, dezgehên xwe ava bikin. 

Çima hûn bi van gotinên min aciz dibin?

Ma ez mecbûr im HDPê û tevger û siyaseteke serxwebûnê naxwaze, tevgereke ji bo tirkan dixebite biparêzim ?

Gava meriv dibêje gerek kurd nasyonalîst bin, serxwebûnê, dewletê bixwazin, hinek tavilê şûrê HDPê û wê siyasetê dikşînin û êrîşî meriv dikin, bi ya wan be gerek meriv ji HDPê ra, ji serok û birêvebirên wê ra nebêje hilêbilê, ew partiya herî rast, herî baş e û kurd mecbûr in heta û heta piştgiriya vê partiya Tirkiyê bikin. Û ew çi bike jî dibê meriv tu carî rexne neke, tim jê ra li çepikan xe.


Ka ji min ra bibêjin, ji programa HDPê nîşan bidin HDP ji kurdan ra çi dixwaze?


HDP ji kurdan ra bira serxwebûnê Kurdistanê li wir bimîne, otonimiyê jî naxwze. De îcar wek kurd çima merivê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bide vê partiyê û rexneyekê jî li ser qebûl neke?

Heger li gorî we partiyên hene ne serxwebûnxwaz in, ji HDPê ne baştir in, fikrê avakirina partiyeke ji wan baştir biparêzin, gava yekî serxwebûna kurdan parast li dij dernekevin, tavilê nebin şûrkêşê partiya Tirkiyê û kesên vê siyasetê li ser kurdan ferz dikin.

Ji sedî 99ê tirkan li dijî HDPê ne, bi rengekî hovane neyartiya kurdan dikin, lê HDP dîsa jî dixwaze vê kîtleya irqçî, faşîst û antî-kurd xelas bike û demokrasiyê bîne welatê wan. 

Yaho belkî ji sedî 99ê tirkan neyartiya we dikin, bînayên we dişewitînin, gava fersendê dibînin we lînc dikin, hûn çima hîn jî dibin partiya vî miletê neyarê kurdan û ji bo demokrasiya wan dixebitin?

Kî pitgiriya partiyeke wiha dike bira bike, lê ez destegê nadim partiyeke wiha û tevgereke wiha. Ez kurd im û serxwebûna welatê xwe dixwazim, propagandeya vê dikim, dixwazim kurd giş serxwebûnê azadiyê biparêzin. Hûn çim ji van fikrên min aciz dibin min fêm nekir…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE