14 juli 2020

Tirkan Kurdistan li kurdan kiriye zindan


Pûlisên tirk vê sibê li Diyarbekrê bi berbangê ra girtine ser çend malan, berdevka Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokhan jî di nav da, gelek jin girtine.

Li Dîlokê(Entabê)jî 33 kes girtine. Her roj 30-40 kurdî digrin. 

Li piyasê peya nehîştin, bi dehhezaran xistine zindanan. Ev demeke îcar berê xwe dane jinan, vê car jî jinan top dikin.


Ev rejîma faşîst û çete ji Îranê jî xerabtir e, dixwaze çend milyon kurd têxe zindanan.
Tirkiye ji dewletiyê derketiye, bûye rejîmeke faşîst û çete, dixwaze bi terora dewletê kurdan bêdeng bike.
Ev êdî terorîzim e, jenosîd e.
Li bakurê Kurdistanê vê terorê dimeşînin, li başûr jî her roj çiya, gelî û gundên Kurdistanê bombebaran dikin. Terora xwe li wir jî gav bi gav berfireh dikin.

XXX
Kêfa gelek nas, dost û hevalan ji pêkenîna min a îro”pêxmberê derewîn” ra hatiye.
Diyar e gava dînek xwe ji dînekî din mezintir dibîne xweş e, kêfa meriv dîne.
Xwedê kir her kes ji aqilê xwe razî ye, kes xwe ne dîn û ne jî aqilsivk dibîne.

-Wexta ez bextîyar bûm min wer texmîn dikir ez însanan fêm dikim. Lêbelê naskirina wan ancax di hundur felaketan da muqader bûye.
Napoleon Bonaparte
Merivê çê di rojên giran da xuya dibe.

-Ji bo ku hûn fêm bikin asîman li her derê hişin e ne şert e hûn li dinyayê bigerin.
///Goethe

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE