14 juli 2020

Gerek serokên me jî wek Theodor Herzl bin

Theodor Herzl


Mîmar û bavê dewleta Îsraîl Theodor Herzl, di dawiya sedsala 19a da ji giregir û mezinên yahûdiyan ra, ji miletê yahûdî ra teqrîben wiha digot :

-Du rê li ber me heye, ya emê bibin wek dinyayê, yanî emê jî bibin xwedî dewlet, ya jî emê dinyayê bikin wek xwe; yanî dewletan ji dinyayê rakin.
Li dinyayê em nikanin dewletan ji ortê rakin û dinyayê bikin wek xwe. Li ber me riyek dimîne, ew jî dibê em bibin wek dinyayê, bibin wek miletên din, dewleta xwe ava bikin.

Xwediyê van gotinan zanîbû çi dibêje û tiştê got jî camêr bi cî anî.

Wî bi xwe avabûna Îsraîl nedît, lê neviyên wî, yên dan ser şopa wî, ew hedefa wî bi rast gerandin û bi rastî jî piştî van gotinên Theodor Herzl bi 52 salan dewlera xwe ava kirin.


Theodor Herzl, di sala 1896a da, di Kongra Sîyonîzmê ya Ewilî da ji yahûdiyên dinyayê ra got:

”Min li Baselê dewleta yahûdî ava kir. Heger ez nuha viya bi qîrîn bibêjim, her kesê bi min bikene. Lê belê belkî di nav 5 salan da, belkî di nav 50 salî da her kesê miheqeq bibîne ev rast e.”

Û bi rastî jî piştî wê kongrê bi 52 salan, di sala 1948a da yahûdî gihîştin armanca xwe û dewleta xwe ya netewî ava kirin. 

Çimkî hedefa yahûdiyan avakirina dewleteke netewî bû û yahûdî û rêberên wan di vî vî warî da cidî û bi îstkrar bûn. Digotin xelasiya me, rehetiya me di avakirina dewletekê da ye, heta em yahûdî nebin xwedî dewleteke netewî, em çi bikin jî li tu derê ji me ra rehetî tuneye. 

Serok û rêberên yahûdiyan jî merivên zana, jîr û xwedî wîzyon bûn, ne merivên bihatana xapandin û bihatana kirîn. 

Lema jî di nav demeke kin da gelê xwe ji bindestiyê û ji perîşaniyê xelas kirin û gihîştin hedefa xwe, bûn xwedî dewleteke modern û xwedî hêz.

Di nava kurdan da jî heta siyasetmedar û serokên wek Theodor Herzl dernekevin, emê ji bindestiyê xelas nebin û halê me ewê tim ev halê perîşan be.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE