Ez ji mîzahê, ji nuktedaniyê hez dikim û baş xerab carnan jî
hin pêkenînan, hin nivîsên mîzahî dinivîsim.
Mîzah şiklekî nivîsî ye, hawakî gotinê ye, di jiyanê da tiştên kenê meriv tîne derdixe pêş û kêfekê dide însên, însên him dikenîne û him jî dide fikirandin.
Lê mîzah ne kirîtîkeke edebî ye, ne rexneyeke siyasî ye, dibê meriv wek nivîseke rexnegirî fêm neke.
Carnan hin dost û heval henekekê, pêkenînekê wek rexneyeke siyasî fêm dikin, ev ne rast e, gerek meriv henekê, mîzahê û rexneyê ji hev bigerîne.
Bersîva henekê jî gerek henek be, ne bersîveke siyasî be. Komentara mîzahê jî gerek mîzah be, ne bersîveke siyasî û îdeolojîk be.
Wezîfeya aqil a asasî rastiyê bibîne û tiştên dibihîze û têştên çav dibîne û dixwîne rast fêm bike.
Lê çi heyf her aqil rastiyê her tim rast fêm nake, carnan gotinê belovacî fêm dike û ji ber vê şaşiya xwe jî serê xwediyê xwe dike belayê.
Lê çi heyf her aqil rastiyê her tim rast fêm nake, carnan gotinê belovacî fêm dike û ji ber vê şaşiya xwe jî serê xwediyê xwe dike belayê.
Ax aqil ax, tu çi belayî, tu bavê pîşikê xerab î…
-Tiştek çiqasî ziddî aqilselîmiyê be, hewqasî heyranan celbî
ser xwe dike. Tiştê herî xerab, her tim tiştê bi piraniyê cazîp tê.
-Aqilselîmî dergevanê aqil e, wezîfa wî, nehêle fikrên bi
guman, bi şik ne têkevin hundur, ne jî derkevin der.
///Amîn Maalouf
///Amîn Maalouf
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar