Yekî dîn li çayxanê rûiştibû û ji berêvkê da çekir diavêt çaya xwe. Şekirdanka ber xwe vala kir û ji garson hinek şekirê din xwest. Garson hinek şekirê din da ber, ew jî avêt çaya xwe. Gava dîsa şekir xwest, garson hew xwe ragirt, jê ra got:
-Te berê deh şekir avêtiyê û kiriye dims.
Yê dîn got:
-Erê min avîtê, lê bêxwedî giş jî dihelin.
Firsend nedît
Keşe ji lawê yê mirî pirsî, got:
-Bavê te çi temî û wesî kir, gotina wî ya dawî çi bû?
Lêwêk got:
-Bavê min firsend nedît ku tu temî û wesiyan bike û gotina
xwe ya dawî bibêje. Ji ber ku heta teslîm bû jî diya min wer li ber serê wî bû.
Mamosteyê dersa dînî ji xwendekaran(şagirtina) ra got însan
giş ji Adem û Hewa sadir bûne. Xwendekarekî destê xwe bilind kir, got:
-Mamoste, ev ne rast e.
Mamoste got:
-Çawa ne rast e?
-Bavê min got em hemû ji meymûnê tên.
Mamoste got:
-Lawê min, dîroka malbata we me alaqeder nake û ne mijara
dersa me
-Li malê bi tenê bîna min teng dibe. Ez dixwazim ji xwe ra
herim qursa zimên û zimanekî fêr bibim.
Mêrik got:
-Eman ha, tu tiştekî weha nekî! Va ye bi zimanekî te malik
li min şewitandiye. Îcar gava tu zimanekî din jî fêr bibî, dibê ez malê terk
bikim û bi çolan kevim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar